Kerkûk: 5 terorist hatin kuştin û 6 jî hatin girtin

0
10

 Li gora nûçeya ajansa PNA, Jêderekê agahdar yê li supayê Iraqê ragihand, ku li qezaya Dubiz ya li bakûrê bajêrê Kerkûkê, dema ku çend çekdarên terorîst mijûlî danîna bombekê li ser rêyeka giştî bûn, ji nişka ve bomb bi wan ve teqîya û di encam de 5 çekdar hatin kujtin.
 
Ji alîyekê din ve jêderekê agahdar li polîsê Kerkûkê ragihand, ku duhî êvarê hêzên polîsê Kerkûkê bi piştevanîya zanyarîyên sîxûrî û bi fermana dadgehê 6 ji endamên rêxistina terostîya Elqayide li qezaya Xurmato ya li başûrê Kerkûkê girtin.

Nerîna min :