Cîhan

NY dijê Îranê biryara ambargoyê da

Ji berî seetekî li NY ji bo dijê Îranê ambargo bête danîn dengdan çêbû. Di vê dengdanê de helwesta Tirkiye û Brezilya gelek girîng bû. Amerîka gelek hewldan ku Brezilya û Tirkiye li gel dewletîn din ji bo ambargoyê deynên li ser Îranê dengên xwe erênî bidin. Dengdanê ji 15 welatan pêşniyara Amerîka qebûl kir, welatek deng neda û Tirkiye û Brezilya dijê pêşniyara Amerîka deng dan . Lê di encam de bi 12 dengan biryar hate dayîn ku siza li dijê Îranê kar bête anîn.

Wek tê zanîn  berî demekî Brezilya, Îran û Tirkiye hevpeymaniyek ji bu guheztina uranyumê pêkanîbûn û Amerîka ji vê yekê ne rihet bû. Ev helwesta Tirkiye dê bandora xwe li pêwendiyên Amerîka û Tirkiye bikin.

Back to top button