Polîtîk

Komeleya Dostayetiya Kurd û Elman tê damezrandin

Îro 09.06.2010 li Berlîna paytextê Elmanya birêz Serok Mesûd Barzanî li amadekariya damezrandina Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Elmanya de amadebû. Wiha biryare ku ev komele ji çendîn siyasetmedar û endam Parlemen û Wezîrên berê yê Hikûmet û hejmarek ji serkirdeyên partiyên Elmanî û kesayetiyê siyasî û akademî yên Kurdistanî kar ji bo pêkanînê dikin, li çarçêweyekî berfireh de bi awayekî siyasî, aborî û çandî ya Kurdistan û Elmanya da kar bikin.

Elîp Mesfêldas Serokê Fraksiyona her du Partiya Demokrat û Sosyal Mesîhî ya Fermanrewayiya Elmanya xweşhaliya xwe bi hengava yekem ya ber bi dostayetiya Kurdistan û Elmanya de derbirî û amadebûna Serok Barzanî jî bi fakterekî ku hengaveke çalak û berhemdar wesif kir.

Sebaret bi dîroka Kurdistanê jî eve wekî dîroka mînaka gelek ku bi navê azadî û asûdeyiya jiyanê xebatê kiriye. Agahî û şarezayiya xwe diyar kiriye Elmanya jî li dîroka têkoşîna Barzanî yê Nemir û bandora wê ya tevgera rizgarî û azadîxwaziya Kurdistanê da ragihand.

Serok Barzanî jî Elmanya û gelê Elmanya wekî welat û gelekî dost û nêzîkî Kurdistan û xelkê Kurdistanê da zanîn û hêvî jî xwest bi damezrandina Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Elmanya pêwendî û têkiliyên siyasî, aborî, çandî, aştî, alîkarî û hemahengiya di navbera her du alî berfirehtir û kurtir bike.

Li guftugoya di navbera Serok û amadebûna rêwresmekî da rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û niha û paşaroja wê hate axaftin û ji bo vê mijara navxoyî û herêmî û navdewletiyên ku bi Herêma Kurdistanê ve pêwendîdarin bi danûstandineke vekirî guftugo kirin.

Li dawiyê da lîjneya amadekarê pêkanîna Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Elmanya ji hejmarek kesayetiyên siyasî, Parlemanî, akademiyên Kurdistan û Elmanya hate pêkanîn û wiha biryare jî li paşarojeke nêzîk da Komeleya Dostayetiyê li rêwresmek da bête ragihandin.

Back to top button