Polîtîk

Serokê Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraqa Federal li Berlîn kir

Li hevdîtinê de Balyozê Iraq bi navê sercem berpirs û karmendên Balyozxaneyê bi xêrhatina Serok Barzanî kir û spasî vê serdanê jî kirin. Paşê bi kurtî sebaret bi erk û karên xwe û bi taybetî li birêvebirina karê Iraqiyan li vê welatê da axaftinek pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Serok Barzanî jî li erk û karê wan hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û daxwaz kir ku li rêya Balyozxaneya Iraqê ve xizmeta hemwelatiyên Iraqê bi bê cûdahî bê kirin û rola xwe jî li pêşxistina pêwendiyên di navbera Iraqa Federal û Elmanya Federal de bibînin.

Back to top button