Polîtîk

Naveroka civîna serokwezîrê Kurdistanê û balyozê Amerîkayê

Di civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Doglas Silêman balyozê Amerîkayê li Îraqê, roja pêncşemê 04.01.2018ê li bajarê Hewlêrê, bi pêwîstî hat zanîn ew aramiya piştî aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê dirust bûye, ew aramî zêdetir bê pêşxistin û bê parastin heta ku, ji bona destpêkirina danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de atmosfereke baş çê bibe û hemû pirsgirêk li ser bingeha destûra Îraqê çareser bikin.Di civînê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya diplomasiya bi balyozê Amerîkayê re amade bûn, behsa wan gavan hat kirn yên ku heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatine avêtin û pêkanîna komîteyekê ji aliyê Herêma Kurdistanê bi armanca hûrbîniyê di lîstên miaşgirên Herêma Kurdistanê de serdana Bexdayê bike.Behsa şayîsteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya giştiya Îraqê a sala 2018ê de hat kirin û her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku ji bona destpêkirina diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan zêdetir gav bên avêtin.Çend mijarên girêdayî bi rewşa herêmî bi giştî û rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî, hilbijartin û xebat û pilana hikûmeta Kurdistanê ya çaksaziyên di warên cuda de di civînê de hatin nirxandin

Back to top button