Nivîsar

Hun kî dixapînin?

 Temenmezin bi rihê ciwanan, ciwan jî bi fendê temenmezinan tevdigerin.Zemanekî gelek balkêş e;Di vê sedsalê de çeka herî mezin ya bi navê înternetê hebûna xwe bi me daye zorê û mirov bikare rastîyên xwe binivîse û belav bike bigihêje her derekê, vê îmkanê bi kar neyine, cihê vê derfetê jî bi tenê ji bo egoyên xwe bi kar bîne, her bêje ez û hey ez!Ev yek xeşîmî ye. Xeşîmiyeke weha mezin e ku heman niyeta we derdixe ronahîyê.Temenmezinên me yên Bakurî; di zemanê xwe de rêxistinan ava kirine kar û xebat kirine, bi dû re belav bûne li çar hêlên dinyayê.Niha jî dane qey dixwazin bibin fenomen?Piranî her yekî ji karê debara jiyanê xwe teqawît bûne, dest avêtine mjarên civakî û dixwazin sererast bikin.Lê qidûm di canê wan de namaye.Hin caran qet hay ji xwe nîn in, ji ser xwe ve diçin, dixeyidin, aqil ji me re belav dikin.Lê tiştê ku dixwazin bi ser keve, sed hezar fidayî nikare bi kar bîne.Heger ji yekî re bêjî Apo/Mamo, belê aş û baş dipeyivî, de pêşî bila zarê xwe bike nimûne, bila bibin rêzan heger bi ser kevin, bi dû re bila zarê xelkê bikevin projên te.Ew çax dibin nayarê te, tu dibî yekî nezan, haya te ne ji estetîkê, ne ji felsefeyê ne jî ji însanîyê dimîne.Hin kes jî pesnê zarê xwe didin, dibêjin eve zarê me bi zimanê xwe dizanin.Lê haya zarokên wan ji civaka Kurdan nîne. Ji ber ku ew wan ji siyaset û jiyana Kurdî bi dûr dixin.Helbet, bila ciwanên Kurda şer bikin, şer bikin û ew rêya şer û kurdbûnê nîşanî wan bidin.Rastî ev e; zarokên wan Kurdî dipeyivin, ji kurdîtîya ku ew tînin ziman jî dûr in!Her tim mebesta wan ew e ku xwe ji xwe bi zêdetir bidin xuya kirin.Lê belê ne wisa ye.Zanîna wan pir e, dîtine, ketine û rabûne, lê belê dilê wan jî pir tenik e.Zû bi zû dixeyîdin, dest pê rojê çûyî dikin, çûkek dibe hutekî ku tu zincîrek qalind nikare wî bisitirîne.Dibêjin, me dîtiye em dizanin qedrê me bigirin, lê tu qedir û qiymet ji xwe re nehiştine.Li ser textê zêrîn wek stêrkên şevan wisa dixuricin ji çavan û ji dilan ku qet hay ji xwe nîn in.Bi hewldana îspatkirina bê wech û bê hidûd rexneyan dikin. Tu dibêjî qey tenê ew dizanin her tiştî.Tecrûbeyen wan têkçûna wan e. Lê ew her pesnê xwe didin.Tiştê li ser Evdila dizanin qet behs nakin.Evdila li ser destavekê bi dilekî rihet û rûken her tişt got, û tiştê got ez ê bikim jî yek bi yek bi cih tîne! Lê pîremêrên me di nav mijarên  virt û vala de xwe mijûl dikin, bûne wek siwarê hêlanokekê, ji xwe re listokên ergeniyê dileyêzin, hew bi vî aliyê û hew bi wî aliyê de dihejin; navê van mijaran jî kirine berhem.Yek ji wan ranabe û nabêje ku navê bela li serê kurdan de Evdile ye! Na, newêrin. Û her dem têkiliyên xwe jî bi Evdileciyan re diparêzin.Ya min bi xwe, tu hêvî û bawerî ji gotinê kesên ku xwe ji welatê berdane û ji dûr ve dîrektîfan didin re, berê jî nedihat.Lê hezar heyf û mixabin evê xurifî nexwaşiyên xwe kirine bela li serê ciwanan, ew jî qet behsa tiştê tê da rîsk heyî nakin.Li ser rastiyan perdeyeke reş kişandine.Di nav jehra popîlîzma rojane de diperpitin, dihilin, pûç dibin û diçin.Û qet tu encam jî naguhere.Hejmara nivîskar, helbestvan, lêkolîner, rexneger, civaknas, analîst, û hwd gihiştiye heyvê, lê navê Helwestê bûye mijara çîrokek kevn û kes naxwaze ji bi bîr bîne.Dema ev tişt tên gotin, dibêjin tu li dijî xwendin û zanyarîyê ye.Navê xwe bi modernîzmê re tînin ziman.Bi rihê kole doza pêşketinê dikin.Qey şoreşa Fransiyan li kêleka wan de pêk hatiye.Çar şoreşan pêk anîne û dest avêtine ya pêncan.Heger dixwazin qedir qiymetan bibînin, bila xwe bidin kêlekê û neçartiyan belav nekin.Bila ciwan neşibin wan rola we yên têkçûne.Ciwan bila mîna temenmezinan li ser mijarêk bi tenê nereqisin û ji niha ve bi tirsan rihê xwe jî nekujin.Faruk Zent

Back to top button