Polîtîk

Navên wêjevanên Kurd hatin qedexekirin

Di dawiya sala 2012 an de jî, hîn navên kesayetên Kurd yên ku ji aliyê saziyên Kurdan ve tên bikaranîn, ji aliyê pergala dewletê ve tê qedexekirin. 

Li navçeya bajarê Mêrdînê, li Dêrikê, navên wêjevanên Kurd yên ku ji aliyê Şaredariya Dêrikê ve li park, navenda çanda û hunerê, kolanan kiribûn, qeymeqamtiya Dêrikê qedexe kir. Navên ku ji aliyê Qeymeqamtiya Dêrikê ve hatine qedexekirin, navên wek Qedrîcan, Reşîdê Kurdî û Mizgîn in. Hinceta qedexekirina navan a Qeymeqamtiya Dêrikê jî ev e; di nav ew navên ku li deran hatine kirin de, tîpên ku di elîfbaya Tirkî de tinene hatine bikaranîn. 

Şaredariya Dêrikê, meha çûyî park, Navenda Çand û Hunerê û salona civînê a şaredariyê vekiribûn û navên şexsîyetên Kurd yên wek Qedrîcan, Reşîdê Kurdî û Mizgîn li ew derana kiribûn. Qeymeqamtiyê, çima ku ev navana bi Kurdî ne, bi hinceta “tîpên ku di elfbaya Tirkî de tinene di nav ew navan de hatine bikaranîn” qedexe kirine. 

 

Back to top button