Civak

Gef li bijîşka Tatlises xwarine

Bijîşka stranbêjê navdar Îbrahîm Tatlises a Azerî Nuride Kuskun Şuşali, ku pisporê bioenerjiyê ye, bi têlefonê ji aliyên hin kesan ve hatiye tehdît kirin ku, dermankirina Tatlises bicîh nîne. Îbrahîm Tatlises, li paytexta Azerbeycanê li Bakuyê, ji aliyê pisporê bioenerjiyê Nuride Kuskus Şuşali ve dihat derman kirin. Şuşali eşkere kiriye ku, ew ji aliyê hin kesan ve bi têlefonê hatiye tehdît kirin. Kesên ku ji bijîşk re têlefon kirine gotine ku, “ger tu Îbrahîm Tatlises tedawî bikî, em ê te bikujin.”

Stranbêj Tatlises, nêzika 2 salan berê niha, bi çekên gran, li Stenbolê rasta êrîşê hatibû. Tatlisesê ku ji mirinê filitî, bi mehan li Almanya hatibû dermankirin. Tatlises, destekî xwe nikaribû bilivîne. Herî dawî di xwarina fitarê de, piştî 16 mehan destê xwe yê bifelç livandibû.

Pispora bioenerjiyê Nuride Kuskus Şuşali, diyar dike ku, ti kes nikare bi tehdîdan wê ji dermankirina Tatlises vegerîne û dibêje, “ez ê di nav 8 mehan de Tatlises bigihînime tenduristiya wî û stranan bi wî bidime stirandin. Kes nikare min ji vê rêyê vegerîne. Ku îcab bike, ez ê ji bo Tatlises mirinê jî bidime ber çavên xwe.”

Nuride Kuskun Şuşali rewşa Tatlises jî wiha dinirxîne: “Min ji her du milên wî, ji her yekî 7 gram xwîb girt. Xwîn, di milekî wî de ron e û di milê wî yên din de jî hişk e. Ez ê pirsgirêka di mêjiyê wî de bibînim û nexweşiyê çareser bikim.”


 

Back to top button