Navek peyda bikin, ji ber ku dijayetiya Kurdistanê birêve ye
Li nava 2013 ê ve biryar bû ji salekî kêmtir sazan li ser destûra Herêma Kurdistanê bihata kirin, ku berê li Parlemenê hatibû pejirandin. Ji bo wê yekê ku rapirsiyê bêxin pêşiya xelkê Kurdistanê. Lê belê ji ber sedema be pasawa rengê xolemêşiyê ve rê nedan eve bê kirin. Bi dirêjahiya dema derbasbûyî jî ji tu aliyek ve axaftineke ciddî li vî derbarî de nehat kirin ku pêwîst bû li rêya komdengiya nîştîmanî û berjewendiyên bilindên Herêma Kurdistanê bibê çareserî, kêm terxemên paş xistina vê proseyê jî eşkere û diyarin.
Niha ku Kurdistan bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê li şerekî dasepandî daye û hindik maye berhemên wê biçîne, axaftina li ser desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê, ku li destûr hatiye diyar kirin destpêkiriye. Li gel wê yekê jî niyetên li pişt rêgirtina xistina rapirsiya destûrê zêdetir têne eşkere kirin, ku li bingehê de rê girtina wê yekê ye ku Kurdistan bibê xwediyê destûr. Ji ber ku li gelek meseleyan da pabendiyê li ser hêzan disepênê.
Tê gotin ku pêwîste Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlemen ve bê hilbijartin neku ji aliyê xelkê ve, ev daxwazî bi her çi navekî be, zêdetir tê wateya îhmalkirin û perawêzxistina hemwelatiyan ji proseya hilbijartina wî kesî ku pêwîste Serokayetiyê bike ji bo gihîştina wê lutkeya deryayek xwîn ji bo wê hatiye dayîn. Wate hilgirên vê daxwaziyê bi xwe re nabînin û baweriya wan bi xelkê tûneye. Ji bo wê yekê piyê xwe li ser wê daxwaziyê da digrin, ku tişt her divê bê nava jûr û odeyan, eger na tu xêrekî hemwelatiyan têda tûneye û niyetekî partiyane û kesêtî ya rût û taziye. Li gor axaftinên têne kirin tirsa wan ji wê yekê heye, dibe ku li rêya vê proseyê ve hemwelatî her dû postên Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Encûmena Wezîran bi PDK rewa bibînê.
Dîsa em dibihîsin ku pêwîste beşek ji desthilata serbazî ya Serokê Herêma Kurdistanê bê kêmkirin û Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê jî bixin ser Encûmena Wezîran. Ev daxwazî jî her gelek nerastîne, ji ber ku dema ew daxwazî têkirin, eger ew desthilat dijî daxwaz û berjewendiya hemwelatiyên Kurdistanê hatiba bikaranîn yan erkê qanûnî ya xwe bi cîh nekiribe. Bi beravajiyê ve Serok, wekî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wê desthilatê ji bo parastin û berjewendiya bilinda Kurdistanê bikaraniye, hemû xelkê Kurdistanê jî vê rastiyê dizanin. Dema hereşe û tehdîd hate ser Kurdistanê, Serok Koşka Serokayetiyê bi cîh hişt û çû sengerên rubirûbûnê û karî li rêya pêgeh û ezmûn û peywendiyên dîplomasiyan efsaneya hêzên êrîşkerên Kurdistanê û niyeta wan ya dirindane têkbişkîne, ku dîrok neçare bi girîngiyê ve temaşa wê bike. Ji bo wê yekê mafê me ye ji daxwaza kêmkirina desthilatên serbaziyên Serok bi guman bîn û wekî kudetayek dijî pêşketina Kurdistanê temaşe bikin. Ji ber ku berevajiya vê rastiyê ye, ku heye û dijî emniyeta hemwelatiyan û aramiya Kurdistanê ye.
Kerîm Qadir