Civak

Hukumet di siyaseta petrolê de ser ket

Endamekî di Komîteya Pîşesazî û Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di siyaseta henardekirina petrolê de serkeftinek mezin bidest anî, niha rojane 500 hezar bermîl petrol dişîne derve û heta dawiya vê mehê dê bike 600 hezar bermîl.

Beyar Doskî, Endamekî di Komîteya Pîşesazî û Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Herêma Kurdistanê berdewam pabendê rêkeftina xwe ya petrolê bûye. Niha rojane 500 hezar bermîl petrol dişîne derve û heta dawiya vê mehê dê bike 600 hezar bermîl di rojekê de, ku ev yek destkeftekî pir mezin e. Em dibînin çawa Herêma Kurdistanê pabendê rêkeftinê ye, lewma divê Bexda jî wiha pabend be û mûçe û budceya Herêma jê re bişîne.”

Doskî wiha domand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di siyaseta henardekirina petrolê de serkeftinek mezin bidest aniye û bi awayekî yasayî û destûrî mamele ligel Bexdayê petrolê dike.”

Back to top button