Nivîsar

Xewn û hêviyên yekrîziyê

Di van salên dawî de, dem dem weke pêlên barana Nîsanê, li ser navê yekîtîya li ser bingehê xeta netewî; hêvî û daxwazên yekrêzîyê, hewldanê li hevkirinê tên meşandin. Lê mixabin heta niha tu encamek êrenî derneketîye holê û nebûye wêneyên hêvîyê. Li ser sedem û encamên van lêgerînan şîrove û dîtinên cuda cuda hene. Em naxwazin wan dîtinan dubare bikin. Lê rastîyek heye: gava mirov karekî bike divê xwedî rê û rêbazek baş be, xwedî projeyek berhemkar be.

Heta niha rê û rêbazên hatin meşandin, nîşanda ku ev daxwazên welatparêzî bêplan û bêproje hatine meşandin. Gava mirov ji destpêkê de şaş dest pêbike, encam jî şaşî û çewtî ye. Her tişt li gor daxwaza dilê mirov nameşe. Ji bo encamên erênî, divê mirov xwedî asoyek kûr û zelal be.

Dema mirov bayê hêvîyê bide pişt xwe û bi rê û rêbazek nû, bi bîrdozîyek netewî, bi armanc û daxwazên zelal, dikare rêya xwe ronî bike.
Biryara xebatek rêxistinî, li gor şert û derfetên deme, rêgehek rêxistinî ji xwe re amade dike. Gava hûn amade bin, berpirsîyarîyên xwe yên rêxistinî bicîh bînin. Divê di rojên dahatû de şert û mercên hinek kesên din jî amade bibin û bi we re rêhevaltî bikin. Hûn, hûn bin, jîyana xwe bi gilî û gazinan kor nekin.

Kurdîstan welatê me hemûyan e. Organîzsyonên di bin navê yekrêzî, yekîti, hewldan û lêgerînan tên meşandin, divê xwedî armancek zelal be, xwedî bernameyek netewî û stratejîk be, daxwazên nêzîk û yên dûr bi zimanek vekirî bê eşkerekirin. Li gor pêwîstîya demê û rojên pêş de projeyek çewa pêwîste?

Gava kesên li hevkirî û weke hev netewî difirin, dikarin avahîyeke bingeh avabikin. Lê gava li ser kon û kozikên berê, bi mêjîyek îdeolojîk û xewnên şerê sar tevbigerin, hûn nikarin gavên nû bavêjin û pêşbikevin.
Her welatîyekî Kurdîstanê mecbur e ku erkên xwe yên netewî bi cîh bîne. Ji ber vê yekê jî cûreyên xebatê pir in. Kî li ku dikare çi bike, divê biryara xwe bide. Li gor qewet û şertên xwe destê xwe bike bin kevir!
Sîyaset bi gilî û gazinan nameşe. Bi rexne û lomeyên bêwate pêş nakeve. Sîyaset li ser berpirsîyarîya civakî û li ser bi cîhanîna erkên rêxistinî dimeşe.

Ew kesên bi salan ji jiyana rêxistinî dûr ketine, an xwe paşve kişandine, weke ji xew şîyar bibin dest bi dîlanê dikin. Hinek jê bi salan di kolanên Ewropa de ji rastîyên welat dûr ketine. Hinek jê dîtin û ramanên wan hatine guhertin; hinek kes jî di bin bandora salên 1980 an de, li pey kom û kozikên îdeolojîk xewnan dibînin.

Em dizanin ku piştî salên 1980 an şûn de, li dunyê guhertinên mezin çêbûne, dem û şert zêdetir hatine guhertin, bi gilî û gazinan, bi rexne û tawanbarîya 35 sal berê, avakirina rêxistinek demî ne mumkun e!
Em dibînin ku hinek birader li ser tora ragihandinê, şûrê xwe kişandine û weke aktorên sereke li ser dikê dest bi “şoreşê” kirine. Ev camerên hanê di demên tengasî û xeter de, rojek ji rojan gelo nedihat bîra wan silavek an nameyek ji hevalên xwe yên dîl re bişîne, li şehîdên xwe, li nîrxên xwe xwedî derkevin. Gava mirov rewşa îroyin dinihêre, bixwaze an nexwaze bersîvên hinek pirsan meraq dike! Gelo hûqûq û berpirsîyarîya rêxistinî, hevaltî û dostanîya welatparêzî, karek û barekî qet nedixist ser pişta wan camêran!?
Jiyan û dîroka civatan daye îspatkirin ku serok û rêvebirên bêjî ne ji xwe re, ne jî ji der û dora xwe re dibin derman.

Ew kesên ji mala xwe re nebûne çare, li warekî din nikarin bibin merhem. Lê mixabin, çi heyf e ku, ev egîtên xirabîyê, îro ji bo keçelan bûne dermanê hêvîyê!
Ew kesên ji parti û rêxistinên xwe hatine qewirandin, “transferbûna” wan tu çareserîyekî bi xwe re nayne! Lewra ev transferbûn li ser bîrdozî û bawerîyêk netewî pêknehatîye; bi bazar û li ser berjewendîyên aborî ne rêxistin tên damezrandin ne jî sîyasetek civakî tê meşandin. Serok û rêveberên transferkirî li gor daxwazên xwedîyên xwe tevdigerin, ev jî dibe sebebên belavkirinê, xirabkirinê! Ev jî dide xuya kirin ku ev ne li ser axa xwe dijîn, nikarin bibin hêvîyek lihevkirî, nikarin rê û rêbazek girseyî avabikin. Mînakên salên derbasbûyî daye xuyakirin ku ev kadroyên ji bo berjewendî û psîkolojîya xwe, dem dem cîh û war diguherin, nikarin rêxistinekî lawaz bi hêz bikin û bibin xwedî bingehek “dînamîk” û fireh, nikarin bibin aktorê lihevhatinê û geşbûna rêxistinek girseyî…

Ger armanc yekrêzîyek girseyî û Kurdîstanî be, divê em li ser stratejîyek demî û Kurdîstanî tevbigerin, li dîrok û keda hev xwedî derkevin û li ser rêgehek netewî, em bihevre bibin hêz û qewet. Wê gavê em dikarin bi zimanekî nûjen, bi dîtinek zelal û bi bîrûbawerîyek kurdîstanî bibin warê hêvî û bawerîyê.

Bapîrên me gotine: “Tu carî bi ava satilan çerxa aş nagere.” Divê em xwedî çem û rûbarên her tim diherikin bin. Ev jî li ser rêgeha doza netewî, daxwazên azadî û serxwebûna Kurdîstnê ye.
Em baş dizanin ku doza rizgarîya netewek an şoreşa welatekî barekî giran e. Ew kesên destê xwe dixin bin barên civakî, zincîrên berpirsîyar û fedakarî dixin sutîyê xwe, xwedî kedek mezinin. Ango rîya şoreşê jî rêyekî dûr û dîreje. Ev rê her tim xebat, fedakari û rastîyekî zelal dixwaze. Ew kesên doza rizgarîya Kurdîstanê ji xwe re kirine armanç, kadro û serkirdatîya hêzên netewî, berîya her tiştî divê li hevkirî û bi hev bawer bin. Di hemû deman de, divê li hev xwedî derkevin û xwedî karekterên çêkir bin. Di hemû deman de karibin xwedî li keda xwe derkevin û bedel bidin. 02/04/2015

Cano Amedi

Back to top button