Polîtîk

Ji Bo yekitiya PDK-Bakur civînek girsehî hate li darxistin

Li Mêrdîn Qoserê Însiyatifa Yekitiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bakur, civînek girsehî li darxist. Civîn di bin gotara yekitiya netewî hate li darxistin.

Berpirsên partî û rêxistinên Kurdistana Bakur û Rojava amade bibûn.

Berpirsê Însiyatifê Acar civînê de axavtinek kir û behsa kar û xebata ji bo yekitiyê hatî kirin kir.

Di civînê de zêdeyi 400 kesî amade bûn.

Lê balkêşbû ku serokê PDK-T  M. emin Kardaş û serokê Platforma Demokratên Kurd Sertac Bucak beşdarî civînê nebibûn.

Li gora agahdariyên berpisên însiyatîfê dayîn ew hatibûn vexwendin.

Dê li ser encama civînê daxuyaniyek ji bo Raya Giştî bê belav kirin.

Back to top button