Cemal BATUN
Tirkiye dikeve pêvajoyek germ a hilbijartinên parlementoyî. Ev hilbijartin ji bo berdewamiya sistema dewletî ya Tirkiyeyê, wekî hilbijartinek gelek girîng tê liqelem dan.
Derdora Tirkiyeyê, bi taybetî ji aliyê Rojhilat ve di nav krîzên dîrokî ve derbas dibin. Suriye û Iraq di nav şerek navxweyî, Iran jî awayek pratîk di nav şerê herêmî de gelek aktîv cîh digire. Tirkiye ya ku heta berî çendîn salan endambûna Yekîtiya Ewrûpa (YE) ji xwe re kiribû armanc, bi têkildariya di nav krîza herêma Rojhilata Navîn û misyona ku ”Rixê Osmaniyetê” biwejîne, ji armanca endambûna YE dûr ket û ev helwêst her diçe zêdetir di siyaseta Tirkiye de cîh digire.
Xêr yan nexêr birêvebirên Tirkiye yên niha di derdora pergala Partiya Maf û Geşepêdanê (AK Parti) de, di bin navê ”Tirkiye ya nu” de – Tirkiye ya kevn ango – Osmaniyetê, di mêjî û xebata xwe de organize dikin. Herweha ji raya giştî ya nîjadhêz ve jî erêniyê digirin. Heta gihiştiye radeyek wilo ku pêşewaziya serok û birêvebirên dewletên din ku seredana Tirkiye dikin de, sembolên Osmaniyetê didin pêş. Herwekî di Qesra Serokatiyê ya ”nu” de tevgerên Serokkomar Erdogan mînakek baş ji vê birêveçûna Tirkiyeyê re ye.
Di vê germegerma jiyana sistemî / siyasî ya Tirkiyeyê de, her alî yên Tirk – çep, rast, oldar, ”komarîxwaz”, statukoparêz, komunist di nav yek gindorê de diyar dikin ku naxwazin dengên etnisiteyên din bên bihîstin, bi taybetî dengên Kurdan. Tirk ji bo dewleta xwe dikarin di nav lêgerînan de bin, lê naxwazin di nav vê legerînê de, ji derveyî dengên ku giredayî Tirkiye / Tirkiyebûn de bin, dengek din derkeve. Ji xwe mafek weha ji bo etnisiteyên din nabînin. Ger qewmê Tirk ê ”qayim û qedîm” mafek herî biçûk jî binase, bi taybetî Kurd divê li ser serê xwe vê yekê qebul bikin û spasdar bin(!) Ev siyaseta ”îroyîn” ya Tirkiyeyê ye ku rayên xwe ji sistema dewletê ya wesayetî digire ku qaşo AK Parti û Erdogan li dij bûn (!)
Mixabin di vê siyaseta gemarî û hîlebaz a sistema Tirkiyeyê de, Partiya Demokrasi ya Gelerî (HDP) wekî hêzek rezerv a vê siyaseta Tirk / Tirkiyeyê tevdigere. Ev demek e roj naçe ku birêvebirên vê Partiyê li hemberî nirxên neteweyî yên Kurd beyanan nedin. Rojek: favoriyê Ocalan – Hatip Dicle- baweriya bi Kurdistana Serbixwe davêje sergoyê. Rojek: hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş diyar dike: ku ew ne partiya Kurdan, partiya Tirkiyeyê ne. Rojek: favoriyek din a Ocalan – Aysel Tugluk: heyraniya xwe ji sistema dewleta Tirk û avakarê wê Ataturk re nîşan dide..û h w d…
Ji xwe bi awayek eşkere gindora PKK – Imrali, Qendil, HDP û navendên din ên rezerv, wekî: PÇDK, PYD li pey vê siyaseta dijberiya – dewleta neteweyî dimeşin. Ango dijberiya : DEWLETA KURD. Gelek zelal e ku HDP ne li dij dewleta neteweyî ya Tirk e, hurmet û rêzê ji xetên sor ên Tirkan re diyar dike. Rêberên çep ên Tirk wekî rêberên xwe dibîne (!) Lê, li dij dewleta neteweyî ya Kurd e, li dij ala Kurd, li dij nirxên Kurdistanê ye. Rêberên şoreşên Kurd, ji xwe re wekî rêber nabîne. Berewajî dijberiya wan dike, tometên feodalî, oldarî li wan dike!…
Li Tirkiyeyê yan jî li Bakurê Kurdistanê alternatifek erênï ya Kurd hemberê vê siyasetê nî ne? Belê heye:siyaset û misyona PDK heye, PAK heye, Tevgera Ciwanên Kurdistanê heye, HAK-PAR heye, gelek rêxistinên din ên Kurdistanî hene. Dibe hin ji wan wekî pêwîst bi erkên xwe yên xebatê narabin, lê parazvanên nirxên Kurdistanê ne.
Min her bawer kiriye: dîrok pêwistiyên xwe bi şiklekî, bi awayekî derdixe meydana jiyanê: siyasetê, doz û tevgerê… Roja ku alternatifa gewre ya Kurdistanê li Bakur derkeve saheyê nêzîk dibe….
Stockholm: 06 Nîsan 2015
_________________________