Navê min sor e
NAVÊ MIN SOR E
Û
ORHAN PAMUK
„Navê Min Sor e“ ew nava, navê pirtûkek ji pirtûkên Orhan Pamuk e. Wek têye zanîn Orhan Pamuk nivîskarêkî ji nivîskarênTirkiyê ye. Wî di sala 2008 an de xelata wêjeyê ya „Nobel“ê jî girtiye. Ji ber ew sedema xelatkirina dîrokî, Orhan Pamuk li hêmî cîhanê baş têye nasîn.
Pirtûka wî ya bi navê “Benim Adım kırmızı” navê wergera wê ya Kurdî „Navê Min Sor e“ ji aliyê birêz Mustafa Aydogan ve hatiye amadekirin. Ew pirtûka hêja di nav weşanên Doz û Nefelê de sala 2002 an de hatiye çapkirin û belavkirin. Orhan Pamuk, ew bi berhemên xwe yên dîn jî, bi nav û deng e. Romanên wî yên bi nav û deng „Cevdet Bey ve Oğulları (1982),
Sessiz Ev (1983),
Beyaz Lale (1985),
Kara Kitap (1990),
Yeni Hayat (1994),
Benim Adım Kırmızı (1998),
Kar (2002)“ e. Wergerandina berhemên Orhan Pamuk ji bo gelek zimanên cîhanê hatine amadekirin û weşandin. Di nav berhemên wî de „Navê Min Sor e“ gelek balkêş e. Ew berhem ji 59 çîrok û serboriyan (bûyer, serpêkhatî) pêk hatiye. Ew berhem bi serê xwe ne tenê berhek çîrokan e. Ji ber ku wî, di berhemê xwe de, hemî çîrok û serpêhatî bi hev û du re girêdayîne.
Ji xwe tarîfa roman jî “Çîroka dirêj” e. Orhan Pamuk di gotinek xwe de dibêje: “Min ew berhem neh salan de amade kir.” Neh sal ji bo amadekirina romanek ne hindik wext e! Wî, di pirtûkxaneyên dîrokî yên li Stenbolê heyî de, berhemên bi tîpên kevn û destnivîs jî berhev anîne û lêkolînên xwe di nav wan de kirine. Li gor baweriya min, ew di karê xwe de, bi hostetiya xwe serketiye. Ew, agahiyên di navbeynê çendek qurnan de derbas bûyî, ewna bi hev girêdayîne û bûyer bi hev û du re hûnandine û berhemên xwe bi zimanekî wêjeyî jî xemilandin e!..
Ji bo ew sedemên li jor hatin nivîsîn, mirov dikane bêje „Navê Min Sor e“ ew berhem, romanek dîrokî ye jî. Di vê berhemê de bêtir lêkolîna li ser jiyana neqaşan (xetat, wênevan) û ew bi bûyerên dîrokî ve hatine girêdayîn. Her çiqas piraniya bûyeran li Stenbolê diqewimin jî, lêkolîna neqaşan ji Stenbolê heya Semerkant, Buhara û Tebrîzê diçe û ji wir jî, di ser Stenbolê re ew derbasî Wenedîkê dibe. Ew berhem, bi ew taybetmendiyên xwe gelek balkêş e û mînakên wê li cîhanê hindik in.
Di berhema „Navê Min Sor e“ de jiyana İmparatoriya Osmanî ya di navbeynê sê qurnên raburdî de, ew bûyerên girîng û guhartinên di nav civatêde pêk hatin, nivîskar wana hûr dikolîne. Orhan Pamuk bi zimanekî zelal û paqij, nekokî, dijberî û xêrnexwaziya di navbeynê neqaş û seraya Osmanî de heyî, wana li pêş çavan rêdiêxe…
Her çiqas bûyerên di vê pirtûkê de cih digirin li ser jiyan û rewşa neqaşên wê demê be jî, nivîskar li ser rewşa civakî jî radiweste. Di naveroka bûyeran de jiyana civata ola îslam, ya li dijî wêne û wênekêşan hatiye rexnekirin. Ji ber ku di wê demê de, di nav welatên îslam de bi sedsalên dûr û dirêj wêne çêkirin hatiye qedexekirin. Ji bo ber pir sedeman çavên gelek neqaşan bi derziyan hatine korkirin. Wê demê di nav welatên îslam de, bes ne tenê wêne çêkirin, çapxane û çapkirina pirtûkan jî hatiye qedexekirin. Di ser îcadkirina çapxaneyê re bi sedan sal derbas bûn şunde, bi destê hin kesên fileh çapxane çûye ew welatên îslam lê dijîn. Di destpêkê de bes destura çapkirina pirtûkên dîrokî û yên erdnîgarî hatiye dayîn! Pirtûkên olî çapkirin di destpêka çapxane çûyî welatên islam lê dijîn de hatine qedexekirin…
Ola îslam, ew ola yek Xwedêtiyê ya herî dawî ye. Ji Cûyîtî û Xiristiyaniyê şunda ola islam destpêdike. Pêwiste ku ji olên din baştirîn pêşketî û hemdemî bûya. Lê mirov dibîne ku yên ola îslamê ji xwe re kirin rêya qezencê, wana li dijî wêne û wênekêşan û li dijî hemî sin’atên bedew civata îslam li dijî wan bi kar anîne…
Li dijî sin’at û li dijî amûrên teknîkî derketin heya roja îro, ew di nav civatên paş de hatin hîştin de hîn bandora xwe berdewam dike. Di nav civatên wusa de, bê karî, birçîtî, nezanî û nexwende (analfabet) mayîn, ew îro jî hîn ji holê nehatiye rakirin.
Orhan Pamuk di berhema xwe de, bûyerên kevn yên wek roja îro diqewimin, ew wana berhev tîne û dixwaze kevneperestiya rojane, wê bi rexneyên zanistî mehkum bike. Ew rexneyê rojane bala oldar û kevneperestên Tirk kişandiye ser xwe. Di aliyê dîn de jî, gotinên Orhan Pamuk yên wek: “Tirkan milyon nîvek Ermenî û qasî sîh hezar jî Kurd qirkirine!” Ji bo van gotinan, ji aliyên nijadperestên Tirk de, bîryara kuştina Orhan Pamuk hatî bû dayîn. Orhan Pamuk jî, neçar ma ku, ew li ser vê bîryarê ji nav Tirkiyê derkeve û biçe dervayî welat.
Orhan Pamuk îro li dervayî welat dijî. Ew di komcivîn û konferansên di derbarê wêjeyê de beşdar dibe û bîrûbaweriya xwe ji kesên wêjehez re pêşkêş dike.
1 ê Gulan 2010
A. BALÎ
-Mamhosteyê Wêjeyê-