Polîtîk

Celal Talabanî û Nêçîrvan Barzanî hevdîtin

Di dîdarekê de herdu alîyan li ser pêşhatên wê dawîyê yên Iraqê û Kurdistanê gengeşe kirin û tekezî li ser xurttirkirina peywendîyên navbera PDK û YNK û herwisa parastin û berfirehkirina hevpeymanîya stratejîka di navbera herdu alîyan de kirin.

Herwisa herdu alîyan tekezî li ser evê çendê jî kirin, ku xurttirkirina Hevpeymanîya Kurdistanê û rêzên komelên xelkê Kurdistanê bi şêweyekî giştî erkekê din yê qonaxa niha ya têkoşîna gelê Kurdistanê ye.

Di beşekê dine evê dîdarê de Celal Talebanî û Neçîrvan Barzanî li ser karê ragihandin û ragihandinkarên herdu alîyên PDK û YNK behs kirin û di evê bareyê de jî, herdu alîyan tekezî li ser evê çendê kirin, ku gerek ragihandina herdu alîyan li gel hev bi şêweyekî pêywîst bergirî ji destkevtîyên Milletê Kurd bikin û di astê wan erkên hevpar de bin, ku evroj li ser istoyê PDK û YNK ne.

(PNA)

Back to top button