Nivîsar

Navê hêza leşgerî ya Kurdistanê Pêşmerge ye

Çeto OmerîEw Pêşmerge ne, Ew li pêşiya mêrxasiyê de dîlana mêraniyê li dar dixin.Ji ber ku navê wan ji pêşengî yê, ji mêrxasî yê, ji bawerî yê, ji bikêr hatinê û bi rîzgarîxwazî yê tê naskirin.Belê navê Pêşmerge ji teref çayçiyê nemir Pêşewa qazî Mihemed ku bi navê Ehmed Destmal we hatiye dayîn. Ji wê rojê heta îroj hêza Pêşmerge di şerê doza rizgariya Kurdistanê de buye hêvî û serbilindiya Kurdan di heman demê de jî bune tirs û xofa dilê dijmin û neyaran û kelemê çavê wan.Bi sûnd û peyman Ew di qada şerên mêrxasiyê de tu caran têk neçûne. Tu caran paşve ne kêşane û tu caran xwe ne avêtine bextê dijmin û neyarên xwe, baver bikin aman xwestin di ferhenga wan de nîne. Doza wan ya heqiyê ye û ew heq û maf parêz in.Hêvî ne, star in û di nava hêlîna dilê gelê xwe de ne.Metînkarên Kurdistanê li dijî şerê Pêşmergeyên Kurdistanê de hertim têk çûne bê çare mane û ji bo ku zora Pêşmergeyên Kurdistanê bibin piraniya caran nemerdî kirine û li dij Pêşmerge balafirên şer, Helîkoptêr, tank, top û mîtralyozan bikaranîne. Dîsan jî li hemberî şêrên Kurdistanê biser neketine û rabûne cûr be cûr çekên kîmyewî yên qedexe bikaranîne. Kîmya baran kirine. Lê dîsan jî nikarîbûn dawî li hêza Pêşmergeyan bînin ji ber ku Pêşmergeyatî xewn û xeyala hemî Kurdên niştiman perweran e. Kurd bi kêfxweşî û bi serbilindî diçûn û dibûn Pêşmerge. ji ber ku her Kurdek welat perwer Pêşmerge ye.Pêşmerge hêza netewî ya Komara Mahabad a Kurdistanê û  şerwanên Pêşewa Qazî Mihemedê nemir bûn. Pêşmerge heval û şerwanên rêbaza nemir ya M. Mistefayê nemir bûn, pêşmerge îroj jî hêza sereke ya Komara Kurdistana azad in û hêviya hemî Kurdên cîhanê û parazvanên sînorên Kurdistana azad in. Ev sê salin ku hêza Pêşmerge şerê li hemberî terorîstên Daîşe de ji teref hemî cîhanê we bi qaremaniyên xwe we hatin naskirin. Îroj hemî cîhan navê Pêşmerge nas dike. Gelek serok dewletên mezin yên cîhanê bi şanazî pesna qaremaniya Pêşmerge didin.Ger hêza Pêşmerge nebuya îroj Herêma Hikumeta Kurdistana azad jî nedibu. Ger Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê neba dê îroj wan deskeftiyên Kurdan li başûrê Kurdistanê nedibu. Ger hêza Pêşmerge nebuya îroj terorîstên Daîş dê hemî deskeftiyên Kurdistana azad binpê kiriba. Ger hêza Pêşmerge nebuya dê Kobaniya rojava û hemî axa Rojava tew biketa destê terorîstên Daîş û hêzên tarî li pişt wan terorîstan. Ger hêza pêşmerge neba îroj dê tu garantiya parastin û pêşketina Kurdistana azad nedibu. Ger hêza Pêşmerge neba îroj başûrê Kurdistanê nedikarî bi aramî doza referandûma serxwebûna Kurdistanê bikira.Pêşmerge yanî Kurdistan..05.09.2017[email protected]  

Back to top button