Cîhan
Navê Dihokê li ser keştiyeke Holendî
Di malpera Marine Traffic de ku taybete bi tomarkirina keştiyên barhilgirên cîhanî, navê keştiyek bi navê Dihokê hatiye tomar kirin.
Li gor Marine Traffic keştiyên barhilgir ber bi derya ya kendavê ve çûye û li bendera Um Qesir rawestaye. Tê gotin ku xwediyê vê keştiyê li welatê Holendayê dijî û ala wî welatî jî bi keştiyê ve ye.