Nivîsar

Navbenda êzdîyan ya kulturî û civakî; Laliş, Şêxan

Van dawîyan li Moskvayê bi zimanê rûsî pirtûkeke pir balkêş ya nivîskarê kurd Yûrayê Dasinî ya bi sernavê ”Rêwîtîya ji Moskvayê ber bi Kurdistanê” derket. Em perçeyek ji wê pirtûkê raberî xwendevanên xwe dikin.

Têmûrê Xelîl ew ji rûsî wergerandîye kurdî.

Navbenda êzdîyan ya kulturî û civakî; Laliş, Şêxan

Yûrayê Dasinî

Misilman û êzdî du bawermendîyên dîndarîyê yên sereke ne li Kurdistana Îraqê; li wir herwiha xaçparêz û cihû jî hene. Êzdî yek ji olkên gelê kurd yê balkêş e. Dînê wan, Êzdîtî – yek ji dînên cihanê yê kevinare ye, ku destpêka wê digihîje dem û dewranên arîyan. Bilêvkirina olkan bi zimanên cuda-cuda ji hev cihê ne û di dîrokê û edebîyetê da çend navên êzdîyan hene: yezîd, îzîdî, yezîdî, êzdî – ev hemû di rastîyê da eynî ne. Di çavkanîyên berî îslamê da êzdî têne binavkirinê wek ”Dasinî”, ku wergera wê ji kurdî tê maneya ”Xwedêdayî” an jî ”Kesê Xwedê xuliqandî”, lê ew herêma wan ji demên buhurî tê binavkirin wek ”Dassn”. Zanyar ser wê bawerîyê ne, ku gelê kevinare – dasinî, berî gişkan bûne xwedîyên heywanên malê û cara pêşin wana genim çandîye. Heta sedsala 10an mîrîtîya Dassn hebûye, ku paytextê wê bajarê Dihokê bûye. Balkêş e, ku heta niha jî êzdîyên Kurdistana Îraqê – him mirîd, him jî ruhanî – xwe wek dasinî bi nav dikin, misilman jî wana wisa bi nav dikin, lê bajarê Dihokê ra dibêjin Dihoka Dasinîyan.

Di salên 30î yên sedsala 7an piştî ketina Împêratorîya Mîdîyayê, eşîretên Mîdîyayê yên jihevçûyî ketine ber dagîrkarîya ereban û îslamê. Wek bersîva wan destdirêjayan dest bi berxwedana êzdîyan (Roperestan) ya xurt bû dijî zordestîya dînê îslamê. Ereban opêrasyonên cezakirinê derbaz dikirin bona xelkên Mîdîyayê mecbûr bikin îslamê qebûl bikin. Di sala 840î da piştî çend hewildanên, ku wî gelî bikine bin hukumê xelîfê Ebbasîyan, berxwedan şikest: êzdîyan nikaribû ber xelîfeta ereban ya Ebbasîyan ber xwe bidin, ji ber ku jimara dijmin gelek pirtir bû û leşkerên wan bi hêztir bûn. Ew mîrîtî hate zevtkirin û talankirin, Mîr Cefer Dasinî hate girtin û ew darda kirin. Serekê dasinîyan bi nemamî û bêbextî hatibû kuştin jî, lê wana çav ne da kurdên din û berxwedana xwe berdewam kirin. Êzdî, ku hatibûne dorgirtinê û tirsa wan ne tenê ji ereban, lê herwiha ji birayên xwe yên kurd jî hebû, dîsa jî di şertên zordestîyên misilmanîyê yên piralî, dest ji dînê kurdan yê rasteqîn ne kişandin û mecbûr bûn di bin nîşana dîn da xwe biparêzin û ji wê şûnda ewana zêde bi dînê xwe dihatine naskirin, lê ne bi miletîya xwe.

Gelek zanyaran dîroka vê beşa cihanê pareveyî ser du dem û dewranan kirine – ya berî îslamê û îslamîyê. Tu caran pirsgirêkên êzdîyan bi Împêratorîya Mîdîyayê-Farizistanê ra tunebûne, heta wî çaxî, dema zevtkarên ereb hukum hildane destê xwe. Balkêş e, ku berî ku zevtkarên ereb di sedsala 7an da dewleta Sasanîyan birûxînin, navê qiralê dawî yê Împêratorîya Mîdîyayê Êzdîgerd bû. Di dawîya hukumdarîya Sasanîyan da êzdîtî mecbûr bû bi xwe mafên xwe biparêze, ji ber ku dewleta, ku ew pê ra bi dostanî girêdayî bû, ne ma. Berxwedan rengê ruhanîyê-dînî girt. Di sedsala 12an da navê êtnîkîyê yê ”dasinî” ji holê radibe û navê ”êzîd” cîyê wî digire. Di şertên bi destî zorê îslamkirinê da bona nehêlin gel dînê îslamê qebûl bike û bona dînê xwe yê kurdan yê kevinare biparêze, dest pê kirin xwe wek êzdî bi nav kirin. Dibe di dem û dewranên hatina îslamê da merivên êzdîtî dihebandin, bi taybetî ew biryar qebûl kirin bona xwe ji kurdên din cuda bikin, ku êdî bûbûne misilman. Bi bawerîya min, ev biryar di rûyê fanatîzma dînî ya sedsala 12an da xuliqî, berî gişkî jî bona xweparastinê, lê ne ji dest sebebên din. Hema bi wê armancê jî êzdîyan dest pê kir xwe wek êtnoseke ji kurdan cuda nîşan da, ji ber ku wana kurdên misilman dihesibandin wek kurdên di nav misilmanîyê da helîyayî. Ji wan deman xwebinavkirina ”êzîd” ne tenê navê dîn, lê herwiha bû navê milet jî. Bi saya serê wê yekê êzdî xwe parastin û ne hîştin dînê kurdan yê kevinare wek beşeke kûltûra miletîyê û hemcihanî ji holê rabe. Eger em behsa dîroknivîsarîyê bikin, em dikarin bêjin, ku sedsala 12an guhartinên mezin kire nava dînê êzdîyan. Ji wê demê destpêkirî ew beşa Kurdistanê dibe ya êzdîyan û berxwedana himberî îslamkirina bi destî zorê û serhildanên gel di bin navê êzdîtîyê da têne derbazkirin. Em dikarin bêjin, ku dîroka olka êzdîyan ya nûjen ji wê demê dest pê dibe.

Ji destpêka êrîşa misilmanîyê ya sedsala 7an da, zêde jî di dema şerên dînî yên xaçparêzan bi misilmanan ra (êrîşên xaçgiran) û piştî wê bi xaçparêzên Rohilata Nêzîk û Navîn ra tevayî êzdî jî bi tundî têne zêrandin. Bona dînê êzdîyan ber çavên cihanê reş bikin, bawermendîyên wan şaş têne şirovekirin, wana nîşan didin wek ”peyçûyên şeytan”, êzdîyan bona dînê wan dikujin û her nivîseke wan ya dînî dişewitînin. Pêşî xelîfên Ebbasîyan bi dû êzdîyan ketin, paşê tirkên osmanîyê û di wî karî da birayên wan – kurdên misilman alî wan kirin, ji bo wê yekê, ku ew dînê îslamê qebûl nakin, dû ra hinek caran jî xaçparêz – di rûyê wê yekê da, ku ewana pey dînekî din çûn, ne dînê wan. Êzdîtî herdem, heta salên 90î yên sedsala 20î ber xwe daye, hey himberî êrîşên misilmanan, di nav wan da yên birayên xwe – kurdên misilman jî, yên ku hewil didan wana mecbûr bikin dînê misilmanîyê qebûl bikin. Ji çavkanîyên kurdî-erebî xuya dibe, ku pêşberî misilmanîyê berxwedaneke ciddî hebû. Haya me ji gelek serhildanên êzdîyan heye, lê ew jihevketî û neorganîzekirî bûn. Di ser da jî, piranîya binecîyên herêmê: ereb, fariz, tirk û piranîya kurdan piştgirîya wan dikirin û hêzên wan ne wekehev bûn: kûltûra êzdîyan ya Îrana kevinare ber van derban paşda vekişîya. Êzdî texmîn kirin, ku neyarên wan pir xurt in, êdî berxwedana xwe ne bi çekan, lê bi awahê ruhanî kirin. Êrîşên êzdîyan hey diçûn kêmtir dibûn, eşîretên êzdîyan yên ji hev belabûyî nikaribûn berxwedaneke ciddî bikin. Kesên ji mala hadîyan, ango serekên ruhanî, mecbûr bûn çûne çiyayên bilind, xwe li wir veşartin, paşê fêrî hinek êlêmêntên îslamê bûn û wisa dane xuyakirin, ku dînê wan li ser bingehê ulmê îslamê karê xwe bi rê va dibe, bona dînê xwe biparêzin. Gelek sînorkirin û qedexeyên îslamê bûne sebebê wê yekê, ku ruhanîya êzdîyan zêde derheqa wê yekê da difikirî, ku erf-edet, şîn û şahî, eydên dînî biparêze, ne ku ser ulmê dîn, an jî propagandakirina wî.

Êzdîyan gelek ezîyet dîtin jî, lê ew di nav koma miletên Îrana kevinare da olka tekane man, ku îslam qebûl ne kirin. Di sedsalên 9-10an da, gava dînê Zerdûştîyê ji dest zordestîyê sisttir dibû û dewsa wê îslam digirt, kesên pûtperest mecbûr dibûn birevine Hindistanê, lê ev beşa gelê kurd kûltûra xwe ya Îrana kevinare parast. Bi saya serê wê yekê êrîşên ereban yên di sedsala 7an da meriv dikare bihesibîne wek ne dawîya dîroka Îrana kevinare. Li vê beşa Mêsopotamîyayê heta niha jî îslam wek dînê ereban tê hesibandin. Êzdî, ku piranî li der û dorên çiyayên bilind diman û ji ber wê jî ji gelên din hatibûne birînê, ne tenê dînê xwe yê Îrana kevinare parastin, lê herwiha erf-edet û kûltûra xwe jî. Êzdîtî derkete dijî wê kûltûra Îranê, ku ji rehên xwe diqetîya.

Lê meriv nikare bi bawerî bêje, ku belabûna îslamê, ku tesîreke mezin ne tenê li ser ereban kir, lê herwiha li ser hema bêje hemû gelên Rohilatê jî, tu tesîr li ser êzdîyan ne kir. Ruhanîya êzdîyan nikaribû bi tesîra dînê nû yê pir belabûyî ra hesaban rûnenê, lema jî ewana, ne bi daxwaza wan be jî, mecbûr man ji hinek dereceyên dînê xwe bi dûr kevin. Hela di ser da jî, olka êzdîyan çend êlêmêntên îslamê qebûl kir û wisa dida xuyakirin, ku ew jî di riya îslamê da diçe.

Di nava gelek sedsalan da, heta îro jî, di rûyê helwêsta agrêsîv ya di hindava wan û dînê wan da, êzdîyan xwe ji gelên din dûr digirt, bona xwe biparêzin û nehêlin neferên malên wan di hêla dîn da ji rê derkevin. Di rûyê wê yekê da gelek êzdîyên, ku di nav gelên din da diman, mecbûr dibûn dînê xwe eşkere nekin. Ew cûrê jîyana êzdîyan bû sebebê wê yekê, ku pêwendîyên wan bi cihana dorê ra qut bû. Dîn êdî sergirtî bû, armanca wê ya sereke ew bû, ku ji der va tu kes neyê ser dînê wan bona bikaribin bingehê dînê xwe biparêzin. Olka êzdîyan îro jî wek berê xurt e û bi her awahî dînê xwe diparêze.

Olka êzdîyan ji sê beşan e, ku dudu ji wan yên ruhanî ne (şêx û pîr), yek ji wan, ku piranî ye, mirîd in. Fûnksyon û erkên ruhanîyê û mirîdan ji zuretekê derbazî zureteke din dibe. Zewac-mêrkirina di nava hersê beşan da qedexe ye. Civaka êzdîyan, ruhanî jî di nav da, pareveyî li ser gelek qebîlan û beran dibe.
Ev qanûnên di nava olka êzdîyan da him xwedî kemala ruhanîyê bû, him jî xwedî kemala êtnîkîyê bû. Bi saya serê cûrê jîyana navxweyî ya girtî êzdîyan taybetmendîya kûltûra xwe parastin. Dibe hema bi saya serê wê konsêrvatîzmê û cûrê jîyana girtî bû, ku êzdî karibûn wê sîstêmê bigihînine heta rojên îro. Ew cûrê jîyanê bingehê xweparastinê saz kir, lê bi wê ra tevayî jî rê li ber pêwendîyên bi nûnerên komên din girt. Ev cudatî li ser riya pêşketina êzdîyan bû astengeke mezin. Di van demên dawî da piranîya êzdîyan xwe li bawerîyên pêşketî digirin û zêde guh nadine qanûnên eşîretîyê-qebîltîyê yên berê.

Ev cûrê jîyana êzdîyan fûnksyona dînî ya xweparastinê pêk anî û ne hîşt, ku pêvajoyên asîmîlekirinê bi ser kevin. Strûktûra civaka êzdîyan jî alî kir, ku xwe biparêzin. Em wê jî bêjin, ku serokatîya ruhanî ya êzdîyan xeteke wisa derbaz dikir, ku êzdî civakeke girtî ye û ew jî bi reza Xwedê va girêdayî ye, xudêgiravî qirara Rebê Alemê ye. Gorî qanûnên êzdîyan, her tenê ew kes dikare êzdî be, ku ji dê û bavekî ji dînê xwe va êzdî hatîye dinyayê. Ji bo vê gotinek jî heye: ”Meriv nikare bibe êzdî, gerekê êzdî ji diya xwe bibe”. Lê di van demên dawî da, dibe di rûyê pêvajoyên globalîzebûnê û mihacirîyê da, dest pê kirine qanûnên berê diteribînin. Êzdîyan dest pê kirine kesên ji dînên din qebûlî nava civaka xwe dikin: gelek nimûneyên wisa hene, ku êzdî bi kesên xaçparêz û misilmanan ra zewicîne an jî mêr kirine. Zarokên ji wan dibin jî, wek êzdî têne naskirin. Xên ji wê, van demên dawî pirsa derheqa wê yekê da tê guftûgokirinê, ku kurdên misilman qebûlî nava dînê êzdîyan bikin, ku bi destî zorê bûne misilman û dixwezin vegerine ser dînê xwe yê resen.

Îro li cihanê zêdeyî mîlyonek êzdî dijîn. Ji wana weke 600 hezar li bakur-roava Îraqê dijîn. Li Îraqê êzdî piranî li navçeyên herêmên Mûsilê û Şengalê dijîn. Eger em dîrokê bidine ber çavan, ne ecêb e, ku êzdî xwe li çiya girtine. Olkên êzdîyan li Îranê, Sûrîyê û Tirkîyê jî hene. Di rûyê zordestîyên di navbera sedsalên 15-20an da, êzdî – piranî ji Îraqê û Tirkîyê – mecbûr man birevine Rûsîyayê û Ewropayê. Bi jimara xwe va olka êzdîyan ya dudan li ser axa Rûsîyayê û welatên Hevalbendîya Dewletên Serbixwe yên cuda-cuda dijîn û jimara wan weke 200 hezar e. Olkên êzdîyan li Îngilîs, Bêlgîyayê, Almanîyayê, Fransayê û çend welatên din yên Ewropa Roavayê hene. Qedera êzdîyan giran bûye jî, lê piranîya wan xwe li erf-edet û toreyên xwe digirin û kêm kes hene, ku ji dînê xwe dertên. Dibe ew jî qirara Xwedê ye.

Bawermendîyên êzdîyan di du pirtûkên ruhanî da hatine nivîsar – ”Cilwa” û ”Meshefa reş”. Mixabin, her tenê çend beşên wan pirtûkan hatine parastin. Şertên jîyanê, ku di wan deman da hatibûn sazkirin, ne tenê rê li ber kar û barên edebî yên êzdîyan digirtin, lê herwiha bi tundî qedexe jî dikirin. Ruhanîya êzdîyan hêvîya xwe danîbû her tenê li ser zargotina (folklora) kurdî. Di wan şertên sext da, gava xetereke mezin li ser jîyana êzdîyan hebû, riya tek-tenê, ku têkstên xwe yên dînî û nivîsên din bêne parastin, ew bû, ku bi zar derbazî zarekî din be, wek folklor bimîne. Kesên, ku ew têkst fêr dibûn, femdarî ye, ku hinek beşên wê ji bîr dikirin, hinek caran ew diguhartin, carna jî rengê edebî didane wan. Lema jî her tenê nimûneyên kêm nêzîkî orîgînalê gihîştine me.

Gorî bawerîyên êzdîyan, Xwedê dinya saz kirîye, ew her tiştî zane, ji hemûyan xurttir e, û gişk di bin hukumê wî da nin. Êzdî Yekxwedêtîyê diparêzin, ango bawerîya wan bi Xwedêyekê heye, ku Cihan, ruhber û ne ruhber, Ronahî û Tarî, Qencî û Xirabî sêwirandîye. Dînê êzdîyan yekser dibêje, ku Xwedê avakarê cihanê ye, yek e û navê wî gelek hene, ku hinek ji wan navan jî ev in – ”Êzîd”, ”Şems”, ”Ji hemûyan bi hêztir”, ”Ji hemûyan qenctir”, lê ji wan navan yê herî belavbûyî ”Xwedê” ye. Meriv dikare gelek gotinên ji duayan bîne, ku li wir navê Xwedê ”Êzîd an jî Sultan Êzîd” e, herwiha navên din jî hene. Di pirtûkên ruhanî da perçeyên wisa hene, ku ji bo fêmkirina xwenavkirina ”êzîd” pir kardar in: ”Dema Xwedê êzdî sêwirandin, ewî navekî xwe li wan kir – Êzîd (bi kurdî tê maneya kesê Xwedê dayî)”. Ew xwenavkirina êzdîyan bi bawerîyên wan yên derheqa Xwedê va têne îzbatkirin. Êzdî xwe bi nav dikin wek ”Xwedê dayî, an jî Xwedêda”. Gorî dînê êzdîyan, xên ji Xwedê Melekê Tawis û Şêx Adî jî têne hebandin. Êzdî bawerîya xwe bi jîyana axiretê tînin, bawerî bi buhuştê û dojehê tînin, bawer dikin, ku ruh her dijî, bawer dikin, ku dinya wê xirq bibe û mirî wê rabin, bawer dikin, ku xilazkirek wê bixuliqe, ku navê Şerfedîn lê kirine.

Gorî mîfologîya êzdîyan, Xwedê bi alîkarîya melekan dinya xuliqandîye. Di beşa pêşin ya pirtûka êzdîyan ”Meshefa Reş” da tê gotinê: ”Xwedê ji nûra xwe heft melek sêwirand û erk danî ser her yekî ji wan, ku her yek di rojekê da pêk bîne:
roja yekşemê – Melek Tawis, ku navê wî herwiha Ezazîl e jî, Ro xuliqand;

Roja duşemê – Derdaîl Hîv xuliqand;
Roja sêşemê – Şems-ed-dîn, ku jê ra Îsraîl jî dibêjin, Erş û Ezman xuliqand;
Roja çarşemê – Mîkaîl, Siteyrka Sibê xuliqand;
Roja pêncşemê – Sic-ed-dîn, ku jê ra Cebraîl jî dibêjin, Buhuşt sêwirand;
Roja înîyê – Nasir-ed-dîn, ku jê ra Şemnaîl jî dibêjin, Dojeh sêwirand;
Roja şemîyê – Fexir-ed-dîn, ku jê ra Newraîl jî dibêjin, Meriv, teyrede û terewil sêwirand”.

Ew hemû ne tenê melek in. Ewana ehlê Xwedê ne, ku alî wî dikin cihanê bisêwirîne û îro Xwedê bi alîkarîya wan serokatî li cihanê dike.
Di dînê êzdîyan da Melekê Tawis rola sereke dilîze. Ew roja pêşin ya sêwirandina cihanê hatîye sêwirandin – li yekşemê – û Xwedê wî danî serê hemû melekan û ew melekê Royê û Tarîyê bû. Dînê êzdîyan yekser dibêje: Melekê Tawis serwêrê hemû melekan e. Êzdî piştî her duakirinê ra dibêjin: ”Melekê Tawis – şedetîya min û dînê min”. Gorî dînê êzdîyan Melekê Tawis wek kesê ji Xwedê şandî ye, yê ku di qilixê tawis da hate ser erdê. Gerekê bi taybetî destnîşan bikin, wek ku di dînên din da bi xeletî tê gotinê, di êzdîtîyê da Melekê Tawis (Ezazîl) ne çavkanîya xirabkarîyê ye, ji ber ku dînê êzdîyan ne tenê hêzên xwedêtîyê yên xirabkar înkar dike, lê herwiha di wî da tam behsa wê yekê nayê kirinê. Gorî ulmê dîn, hemû bedbextî û zulmên dinyayê di rûyê merivan bi xwe da dibe. Ew fikira, ku êzdî şeytanperest in, ji bingehê va şaş e û ew yek kesên ji dînên din bi situyê wan va kirine, ji ber ku rastîya wî dînî nizanin, an jî fêm nakin.

Di êzdîtîyê da bawermendîya di hindava Royê da ya here bilind e. Êzdî bi bawerîya xwe ya di hindava Royê da wek ”Roperest” jî têne naskirin. Eyan e, ku bal êzdîyan tawis – ”Melekê Tawis” – bi Royê va girêdayî ye. Perrên wê yên xeleqkirî mînanî tavê ne. Bi saya serê pûrta xwe ya pirrengî û têr û tije tawis weke cihana me ya rengerang e û hesab dibe sîmvola tavê, jîyanê, emirê dirêj û evînê. Ro – siteyrka here geş e li ezmanan û bi hêza xwedê dayî sîmvola daxuliqandinê û jîyana herdemî ye. Gorî bawermendîyên êzdîyan, Ro – Ronahî ye, ku Xwedê ji me ra dişîne. Ronahî herwiha çavkanîya ruhê merivan e jî. Ro – sîmvola jîyanê ye li ser erdê, pêşî hemû miletên cihanê yên arî bawerîya xwe pê anîne. Îro jî, gava êdzî dua dike, berê xwe dide Royê. Êvaran, dema duakirinê, êzdî berê xwe didine rohilatê – cîyê ku Ro jê dertê, lê di cejinên dînî da agir vê dixin (fitîlên, ku bizirê zeytûnan lê war kirine) û ronahîya wê jî sîmvola Royê ye.

Kêm malûmatî gihîştine me, ka bawermendîyên êzdîyan di hindava tawis û royê da çawa bûne. Sîmvola tawis bal gelek gelên cihanê yên kevinare cîkî giring girtîye: li Babîlonê, Misirê. Li Îrana kevinare tawis, ku xwe li herdu alîyên jîyanê girtîye, dihate maneya dûalîzmê û du awahê fikirandina merivan û sîmvola desthilata qiralîyê bûye: navê text û tacê şahên Îranê ”Text û tacê tawis bûye”. Tawis îro jî li cihanê wek nîşana mezinayê, kubarîyê, bilindayê, serdestîya ruhanîyê tê naskirinê, ew herwiha ji bo teyredeyan jî derbaz dibe. Lê êzdî zêde ji tawis hiz dikin. Ew ji bo êzdîyan buhurtî ye, ziyaretî ye. Kevir û mêtalên giranbuha yên bi sîmvola tavê – tawis – herdem jî di nav êzdîyan da wek xemil û xişir bi firehî hatine bikaranîn: mêr bi wana çekên xwe dixemilînin, gelek caran gustîlkên bi wêneyê tawis dikine tilîyên xwe, lê jin gustîl û xişirên ji zêr yên bi wêneyê tawis bi kar tînin, cilên ji hevirmişên tawis li xwe dikin, malên xwe bi wêne û feraq û amanên bi şikilên tawis va dixemilînin.

Kesê sisîyan, ku di dînê êzdîyan da xwedî qedirekî pir bilind e, ew Şêx Adî ye, ku serekê ruhanî û nûjenkarê wî dînî ye. Şêx Adî piştî rêwîtîyên dûr û dirêj û hînbûna bingehên dînên misilmanîyê û xaçparêzîyê di destpêka sedsala 12an da hate Lalişê û serokatîya li ser ruhanîya êzdîyan hilda ser milên xwe, eşîretên êzdîyan yên ji hev belabûyî civande ser hev û dest bi parastina dîn kir. Ew dem û dewrana lêgerîn û hucetên li ser dîn bûn. Şêx Adî û terefdarên wî li Lalişa Nûranî atmosfêra guftûgoyên azad saz kirin û bi wê yekê va balkêşîya li ser pirsên dînê êzdîyan yên felsefî dane xurtkirinê. Eyan e, ku di dema Şêx Adî da ulmê dîn û erd-edetên bi wî va girêdayî hinekî hatine guhartin û ew gorî şertên dîrokê yên nû kirin. Ji bo nimûne, Şêx Adî çend êlêmêntên îslamîyê kirine nava kûltûra Îrana kevinare da, lê ew pir hindik bûn û bingehê dîn naguhêrin û her tenê hinek serdazêdekirinên li ser bawerîyên dîn in. Keda giring ya Şêx Adî herwiha di wê yekê da ne jî, ku ewî ziyareta Lalişê ya kevinare li êzdîyan vegerand, ku ji alîyê kesên ji dînên din hatibû zevtkirin û ew ziyaret heta îro jî ziyareta êzdîyan ya tek-tenê ye li cihanê. Mezelê Şêx Adî jî li vir e. Dema êzdî seredana Lalişê dikin, ewana herwiha diçine ser mezelê Şêx Adî jî.

Dînê êzdîyan di zû da bala zanyaran kişandîye ser xwe, xwesma ji bo taybetmendî û kevinarîya xwe, û di zû da bûye meseleya guftûgoyan û hate niha jî lêkolîner ne hatine ser bawerîyeke yekgirtî û fikirên wan ji hev pir cuda ne. Êzdîtî û ulmê wê yê dîn heta niha jî ji bo gelek lêkolîneran tê hesibandinê wek sura cihanê. Heta niha jî kes nizane ka ew dîn kengê xuliqîye û di êtîmologîyê da jî rastîya wê nehatîye dîyarkirin. Çend lêkolîner ser wê bawerîyê ne, ku êzdîtî berî hezarsalîya 2an ya berî Zayîna Îsa xuliqîye, hinekên din dibêjin, ku êzdî peyhatîyên dînê Zerdûştîyê ne. Di dîrokê da çend hewildan hene bona êzdîyan bi navê çend hukumdarên misilman va girêdin, ku navê wan Yezîd bûye, lê ew bawerî tam şaş e, ji ber ku navê ”Êzîd” bi ”Yezîd”a ereban-misilmanan va girêdayî nîne û berî sedsala 12an xuliqîye, ya ku gorî çavkanîyên misilmanan ew dema xuliqîna ”êzdîtîyê” bûye. Anegorî ulmê dînê êzdîyan, rehên wê digihîje dewm û dewranên berî Zerdûştîyê û dîroka wî bi hezaran salan e. Di nivatinên êzdîyan yên derheqa Xwedê da xetên wisa hene, ku derheqa dînê demên gelek buhurî da nin – di dema meriv li ser erdê xuliqîn.

Gorî çavkanîyên kevinare, navê Êzîd-Îzîda ji dîrokê ra baş nas e, xwesma li Babîlonê û Misirê, li Îrana kevinare, lê çi eleqê wê bi êzdîyên niha ra heye, ne bêlî ye. Herwiha ew yek jî ne bêlî ye, ka cîyê êzdîyan di Împêratorîya Mîdîyayê da ser çi dereceyê bû. Dibêjin, ku ew sehrbaz bûne (yek ji şeş eşîretên Mîdîyayê, ku rola ”benîadman pêk anîye”). Têogonî-lêgêndên bi Xwedê ra girêdayî, ku wana digot, sitiranên kevinare bûn (ew mîrata di dewrana Îrana kevinare da bû), ku mîdîyayî û fariz zêde jê fêm ne dikirin, lê dihebandin, berî gişkî jî ji bo kevinarîya wan. Ew pirs ne zelal dimîne, ka çi pêwendî di navbera awazên Zerdûştîyê û nivatin-sitiranên êzdîyan da heye, eger em bidine ber çavan, ku herdu jî di ber dilê êzdîyan da ezîz bûn. Bi bawerîya min, meriv dikare vê pirsê bi vî awahî şirove bike: piranîya êzdîyan tu ferqên mezin di navbera ulmê dînê Zerdûştîyê û heytehol û nivatinên êzdîyan da nabîne. Ji ber ku erf-edetên dîndarîyê yên êzdîyên kevinare bi rehên xwe va digihîjine yên mîdîyan, lema jî em dikarin bi bawerî bêjin, ku êzdî bûne zerdûştî, lê Zerdûşt bû bingehdar û pêxemberê nû, ku ji bo hemû dînên îranîyan bûn.

Pêvajoya hevhûnandina bawermendîyan û erf-edetan bi ulmê derheqa şerê di navbera hêzên Qenc û Xirab da pir dirêj bû û ew gerekê bibûya. Ûymîşîhevkirina dînê êzdîyan, ku dikare bi hesibandin wek peyhatîya bawermendîyên arîyan yên kevinare, bi Zerdûştîyê ra gerekê xwedî sebebên bingehîn bûya. Mesele ne di wê yekê da ne, ku bawermendîya arîyan ya kevinare bi zerdûştîyê ra bi rêyên rezadil an jî bi destî zorê bû yek. Êzdîyan dikaribû zerdûştî qebûl bikirana, wek ku paşê ulmê dînên din qebûl kirin. Çima û bi çi awahî peyçûyên êzdîtîyê Mîtra, Zerdûşt, lê paşê jî Mihemmed û Îsa pêxember û xwedêdayên din di nav pantêona dînê xwe da qebûl kirin? Ev pirs li ser riya gelek lêkolîneran dibe asteng û tu kes nikare serederî jê bike.Bi rastî jî, dînê êzdîyan yê niha rengê sînkrêtîyê lê dikeve. Di rastîyê da, tu dînek ji ber xwe va naxuliqe, ew hemû jî sînkrêtî ne. Di êzdîtîyê da êlêmêntên dînên zerdûştîyê, xaçparêzîyê û misilmanîyê, herwiha totêmîzmê jî hene, ku pir teyrê tawis dihebîne û ber hêzên tebîyetê – royê, hîvê, êgir pante dide. Xên ji wê, êzdî bawerîya xwe bi Yekxwedêtîyê tînin û Royê dihebînin jî, lê qedirê horî û melekên xaçparêzîyê û îslamê jî digirin. Lê zanyarîyê îzbat ne kirîye, gelo êzdîtîyê ew êlêmênt ji wan hildaye, an wana ji êzdîyan. Ji bo nimûne, akadêmîkê pir bi nav û deng N. Ya. Marr di gotara xwe ya bi sernavê ”Derheqa kemala kûltûrî ya gelê kurd di dîroka Asîya pêş da” nivîsîye: ”Pir balkêş e, ku pêşketina taybet ya çend îdêayên dînî, ku ji êzdîtîyê ketine nava dînên xaçparêzîyê û misilmanîyê, mîrata gelê kurd e. Hema bi wî awahî jî zimanê kurdî heta niha jî tesîreke mezin li ser gelên cînar dike”. Hewaskar e, ku gelek lêkolîner di wê yekê da hemfikir in, ku êzdîtî dînê kurdan yê berî îslamê ye.

Di nivîsên zanyarî yên cihanê da derheqa dînê êzdîyan da hindik hatîye nivîsar, di nivîsên heyî da gelek fikirên dijî hev, şaşî û xeletî hene. Çavkanîyên berî îslamê nehatine parastin. Di edebîyeta misilmanîyê ya kevin da jî malûmatîyên derheqa êzdîyan da ne pir in. Xaçparêzan dest pê kirin ji destpêka sedsala 18an bal kişandine ser êzdîyan. Bi tevayî, malûmatîyên çavkanîyan zeîf in û ji hev cuda têne şirovekirin. Efrandarîya bi zar ya dînî hela nehatîye lêkolan. Piranîya lêkolîneran hêvîya xwe didine ser hîpotêzan (xewnerojkan). Van malûmatîyên dijî hev çawa bi kar bînin? Pirsgirêk hema di vê yekê da ne. Dimîne, ku em li xwe mukur bên, ku em hemû heta niha jî rast nizanin, êzdîtî kengê û li kîderê xuliqîye û herwiha gelek tiştên bi ulmê wê va girêdayî jî nizanin. Lazim e hemû malûmatîyên derheqa êzdîyan da yên di dema Şêx Adî da, çiqas ji dest me tê, yên berî wî jî berev bikin, ji sedî sed bizanibin ka Ziyareta Lalişê kengê hatîye avakirin û li dor wê lêkolînên arkêologîyê bikin. Wê demê wê gelek tişt azirû be.
Tiştek ji sedî sed bêlî ye: êzîdîzm ne sêkta ruhanî ye, wek ku gelek bi şaşî ser bawerîyeke wisan in, lê ew yek ji dînekî hemcihanê yê kevinare ye, yek ji dînên cihanê ye, ku di nav dîroka merivayê da cara pêşin li cihanê Xwedê wek Avakar nas kir û ew dînekî serbixwe ye bi strûktûra xwe ya ruhanîyê, dogma, erf-edetên bi sedan salan û beşeke hevpiçikî ya kûltûra hemcihanê ye.

Bi vexwendina serekê Navbenda êzdîyan ya kûltûrî û sosîalî ya bi navê ”Laliş” ŞêxŞemo 31ê çirîya pêşin sala 2009an ez û Vadîm Makarênko bi rêberîya hevalê me Feysal Xelef di wextê kivşkirî da, seheta 17an em hatine ofîsa navbendê, ku li ser kûçeyeke bajarê Dihokê yê merkezî ye.

Navbenda êzdîyan li Dihokê – dayîreyeke êzdîyan ya kûltûrîyê û ruhanîyê ye li Kurdistanê, ew organa şêwirmendîyê û warê sereke ye di hêla rêvebirina karên êzdîyan ya li rex metranîyê – Mîr Tehsîn beg, desthilata ruhanî û ya sivîl ya êzdîyan di dest wî da ne. Organa rêvebirîyê ya here sereke Civata kesên ruhanî û sivîl e. Serokatî li wê rêxistinê sedir dike, ku ji alîyê civata tevayî da tê hilbijartin. Navbend karên civaka êzdîyan û pirsên bi dînê êzdîyan va girêdayî bi rê va dibe (şirovekirina dogmayên ruhanîyê, çareserkirina pirsên dîndarîyê yên giring, parastina erf û edetan, pirsên zelalkirina problêmên ruhanîyê û ronahîdarîyê, şerê di hindava neyar û xêrnexwazan da). Pêwendîyên navbendê bi hemû dîyasporên êzdîyan yên cihanê ra hene û guhdarîya giring dide ser wê yekê, ku erf-edetên êzdîyan yên kevinare bêne parastin.

Ber dergehê navbendê kesên bi cil û bergên taybet va pêşwazîya me kirin û em birine odeyeke mezin. Li wir serok û endamên serwêrtîyê li benda me bûn. Piştî hevnaskirinê û silavan me ji wan ra derheqa armanca seredana xwe da got. Pêşî me behsa êzdîyên Sovyeta berê û halê wan yên ruhanî kir. Gelek pirs dane me. Ji min derheqa meriv û bûyerên wisa da dipirsîn, ku derheqa wan da min bi xwe jî ne bihîstibû. Ez rast bêjim, hayadarbûna wana ez metel hîştim, wana derheqa rewşa kurdên Hevalbendîya Dewletên Serbixwe gelek tişt zanibû.

Serek Şêx Şemo behsa kar û emelên navbendê, derheqa armanc û pirsdanînên wê, derheqa weşan û malperên wê, derheqa jîyana êzdîyên Îraqê kir. Ewî bi taybetî piştgirîya serokkomar û serekwezîrê Kurdistanê di karê parastin û pêşdabirina dînê kurdan yê kevinare da destnîşan kir. Naveroka sohbeta me bi kurtî ha bû. Hilbet, berê gelek êzdî bi destî zorê dihatine asîmîlekirinê, ewana ne tenê mecbûr dibûn dînê xwe eşkere nekin, lê herwiha nikaribûn bi awayekî azad eyd û erefatên xwe derbaz bikin, ji ber wê jî di encamê da gelekan tradîsyonên xwe ji bîr dikirin, lê dîsa jî wana dest ji dînê xwe yê kevinare ne kişandin. Îro hukumeta kurdan li Erbîlê ne tenê ji wan ra nabe asteng, lê herwiha piştgirî dike û alîkarîyeke mezin dide bona daxuliqandin û pêşdabirina wî dînê kurdan yê kevinare: proêktên sosîalî-kûltûrî fînanse dike, alîkarîya bona xizmetkarîyên Ziyareta Lalişê û derbazkirina heyteholên dînî dike. Hatîye plankirinê dibistana ruhanî ya taybet saz bikin û li wir dersên bingehên êzdîtîyê bidin, herwiha her roj bernameyên ruhanîyê yên êzdîyan bi destî kanalên têlêvîzyonên Kurdistanê bidin.

Bona wê yekê, ku nehêlin ew dînê kevinare bixeyîre, karên bona bi ruhanî perwerdekirina êzdîyan pêş dikeve – gelek nivîsên derheqa êzdîyan yên bi zimanê kurdî derdikevin, li kanalên têlêvîzyonê yên kurdan da gelek caran bernameyên derheqa êzdîyan da têne amadekirin, di nûçeyan da herdem eyd-erefat û cejinên êzdîyan nîşan didin. Ji bo nimûne, dibêjin, ku li Îraqê pirtûk têne çapkirin bona fêrî dînê êzdîtîyê bibin û di wan da behsa erf-edet, dua-dirozgeyên dînî yên êzdîyan dikin. Mixabin, piranîya wan pirtûkan bi herfên erebî ne. Lema jî edebîyeta wisa kêrî piranîya civaka êzdîyan nayê, ku li tevaya cihanê belav bûye.
Di şertên îroyîn da, dema dîn di nav hiş û mejûyê merivayê da her diçe cîyekî taybet digire, lazime pirtûkên dînî yên zêde dagirtî çap bibin, ji ber ku li cihanê hinek caran dijî dînê êzdîyan malûmatîyên şaş û ne rast têne çapkirinê. Lema jî di van demên dawî da zanyar dest pê kirine bi ciddî li ser hînbûna dînê êzdîyan sekinîne û hinek ji wana ne kurd in. Li Lalişê ji me ra gotin, ku gelek êzdî û nûnerên dînên din ji welatên cihanê yên cuda-cuda têne Navbenda êzdîyan li Dihokê û Lalişa Nûranî û dixwezin zêde derheqa dîrok, êtnografîya, bingehên dînê êzdîyan da bihesin. Çend rojan berî hatina me du îspanî hatibûne Lalişê û wek ji me ra gotin, çend rojan piştî çûyîna me komeke emirkanan hatibû wira.

Di demên me da lazimayîyeke taybet heye bona civaka me fêrî ulmê dînê êzdîyan be. Gelek êzdîyên, ku li tevaya cihanê belav bûne, bingehên ulmê dînê xwe an ji bîr kirine, an jî ji bîr dikin. Niha, gava ji bo êzdîyên ku li Kurdistana Başûr ser hev dijîn şertên baş hatine sazkirinê, lazim e, ku ew erf-edetên pêşîyên xwe biparêzin û bi alîkarîya temamîya merivaya pêşketî nehêlin ew dînê cihanê yê kevinare bitemire. Tiştekî şabûnê ye, ku hukumeta Kurdistana Îraqê bi dînên mayîn ra tevayî, piştgirîya dînê êzdîyan jî dike. Ewê bi awayekî fermî dînê êzdîyan bi nav kir wek dînê kurdan yê kevinare û guhdarîyeke mezin dide ser ulmê dînê êzdîyan û kûltûra wan û êzdîtîyê bi nav dike wek heykelê demên buhurî yê kurdan. Wek min fêm kir, hukumeta kurdan her tişt dike bona êzdîtî bi ruhanî daxuliqe û pêş bikeve. Kurdên misilman jî ji berê zêdetir bi dilovanî berê xwe didine êzdîyan, xuya ye derc kirine, ku êzdî beşeke civaka wan e, lê êzdîtî – yek ji dînên cihanê yê kevinare ye, beşeke kûltûra wan xwedî tradîsyonên taybet e, ew bi tu awahî ne dijî misilmantîyê ye, hesab dibe hebûna kûltûra cihanê û wek hemû dînên din xwedî mafê heyînê ye.

Wisa xuya ye, ku dema daxuliqandina kurdan ya nû hatîye. Ji vir şûnda dînê êzdîyan li welatê azad dikeve ser riya nû. Di nav kûltûra kurdan ya kevinare da, ku niha bi temamîya cihanê ra eyan e, mîrateke demên buhurî ya dewlemend heye, ew dikare tesîreke mezin li ser kûltûra Kurdistana niha û dibe paşeroja wê ya geş jî bike. Hêvî peyda bûye, ku ew mîrat wê her bijî, heta meriv dikare behsa Rênêsansa êzdîyan ya sedsala 21ê jî bike.

Piştî civînê pirtûk, rojname, sê kovarên bi navê ”Laliş” yên derheqa êzdîyan da yên bi zimanê kurdî dane me, ku ji alîyê navbendê da, bi alîkarîya serekwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têne çapkirinê (mixabin bi sebebên, ku li jorê destnîşan kiribû, min nikaribû ew nivîs bixwendana), herwiha ber me pêşnîyar kirin me bibine Ziyareta êzdîyan – Lalişê.

Laliş ji bo êzdîyan wek Vatîkan e ji bo xaçparêzan an jî Mekka ye ji bo misilmanan, hela zêde jî, ji ber ku ew ziyareta êzdîyan ya tek-tenê ye li cihanê û ber dilê her êzdîyekî cihanê ezîz e. Êzdî bawer dikin, ku Ziyareta wan li ezmanan hatîye sazkirin û li ser erdê hatîye çêkirin, li wî cîyî, ku ew niha lê ye. Bi gotina gotîyan ”Buhuşta bîblîyê” ya bi nav û deng jî li wir e. Li vira ax, av, her kevirek, her darek, tûmek û heta hewa jî ziyaretî ne.

Laliş – Ziyaret e û warê ebabetîyên hemû êzdîyên cihanê ye. Ez rind zanim, ku her êzdîyek xeyal dike qe na carekê here wira. Wek em zanin, qedera êzdîyan wisa bedbext bûye, ku îro ew li her çar perçên dinyayê bela bûne, lema jî ziyaretkirina Lalişê bal êzdîyan hesab dibe bextewarîya here mezin, lê ji bo gelekan jî ew jîyan bi xwe ye. Heta hilweşandina desthilata Seddam firsendeke wisa hema bêje tunebû. Piştî hilweşandinê, heta van demên dawî jî di rûyê şêr û emelên têrorîstîyê da, ku fanatîkên misilmanan pêk dianîn, xeter hebû – di wan salan da di encamê emelên têrorîstîyê yên pirjimar da, ku li navçeyên êzdîyan yên Îraqê hatine pêkanîn, bi hezaran kesên am û tam û bê sûc hatine kuştin. Baş e, ku îro firsenda wisa heye.

Rojtira dinê, gorî pevketinê, berbangê erebeyek şandine dû me. Ajovanê erebeyê xortekî bi cilên leşkerî bû. Ewî got, ku ji vê demê şûnda ewê li her deran rêberîya me bike, sipartibûne wî me bibe navçeyên êzdîyan û dû ra me bîne Dihokê. Navê wî Emer bû. Dêmê wî qenc bû, çavên wî melûl û bê tirs bûn. Ji beşera wî ya xweş meriv dijwar dikare texmîn bike, ku di van salên dawî da çi hatîye serê wî. Paşê, di rê da ewî ji me ra got, ku di salên 90î da bi destî zorê wî birine leşkerîya ordîya Seddam. Ew leşkerê ordîya Îraqê bû, lê ereban herdem zor li wî dikirin, bona ew kurd e û ew gelek caran ketîye nav rewşeke giran. Ji destpêka şerê dijî desthilata dîlktatorîyê derbazî nava ordîya kurdan bû û tevî hemû şerên dijî Seddam bûye. Ewî gelek zehmetî dîtîye. Ewî bi beşereke xweş behsa malbeta xwe, zaran kir. Dihate xuyakirin, ku ew malxwêyekî bê qusûr e, merivekî baş e û mînanî gelek kesên ji Rohilatê, ji şer û cengan bêzar bûye û her tenê jîyaneke aş dixweze.

Lalişa Nûranî di nav çiyan da ne, 53 kîlomêtran ji bajarê Dihokê dûrtir e. Meriv bi du riyan dikare ji Dihokê here Lalişê. Rêvebirê me em bi gundên êzdîyan ra bir, û firsend kete me bi nêzîk va jîyan û deba êzdîyan ra nasdar bin. Gava em ji gundekî ra derbaz bûn, ewî mala xwe nîşanî me kir û dest pê kir bi dil û can em teglîfî mala xwe kir. Ji bo ku armanceke me ya dinê hebû, me sipasîya xwe jê ra got. Gorî plankirina navbendê em pêşî çûne hêwirgeha serekê pîrên êzdîyan – Pîr Xelîl. Li wir komeke xort û keçan û birêz Pîr Xelîl li benda me bûn. Pîr bi mêvanperîyeke taybet pêşwazîya me kir. Min digot qey ewê bi cilên sipî be, lê Pîr Xelîl bi cil û bergên kurdî, bi şal û şapikan yê di rengê gewr da bû û şe`ra sor-sipî dabû serê xwe, ku ”barzanîyan” dida serê xwe; ew merivekî milahîm, berbihêr, aqilmend û dilovan bû.

Piştî silav-kilaveke kurt û pevguhastina fikiran, min got, ku em dixwezin demekê zûtir Lalişê bibînin û bi sipartina birêz Pîr Xelîl em sê kes ketine erebeyê û me berê xwe da Lalişa Nûranî. Riya ber bi Lalişê di nav çiyan ra derbaz dibû. Ne di bîra min da ne, ka kîjan kesê aqilmend gotîye: ”Ji çiyan baştir her tenê dikarin çiya bin”. Ez di wê yekê da hatime bawerkirin. Em çiqasî di nav çiyan da kûr dibûn, ewqasî rastî gelîyan dihatin. Ji dûr va, di nav çiyan û daristanan da Lalişa Nûranî xuya dibû, ku min berê di fotoyan û wêneyan da dîtibû. Gava min Laliş dît, min dikir ez bifirîyama. Min ewqas pir ew bedewîya Ziyaretê di wêneyan da dîtibû, ku min demekê texmîn kir, ku ez berê hatime vira. Eva warekî tebîyetê yê destpêneketî ye. Ez wisa difikirim, ku li vira her tişt wisan e, wek ku berî hezar salan bû, tu dibêjî qey dem li vir tevizîye. Dibêjin heta dîktator Seddam Huseyn jî bi dilovanî li êzdîyan û Lalişa wan mêze dikir, lê di dema şêr û agirbarandinê da bombe li Ziyaretê ne diketin.

Ziyareta êzdîyan komplêkseke arkîtêktûrîyê ye bi çend avahîyên çargoşe va, di orta her avahîyekî da sitûneke bi perrên tûj va ji banê xênî bilind dibe, li ser ban dibe kumbeyt û xemileke baş dide Ziyaretê; wek ku rêvebirên me ji me ra gotin, hêlên kumbeytê yên tûj sîmvola pencên Royê ne. Her kumbeytek xwedî dîrokekê ye. Serê kumbeytê topeke ji sifir heye, ku nîşana topa dinyayê ye, lê hêlên tûj yên li çarmedorên wan heyî sîmvola wê yekê ne, ku li rûbarê cihanê hemû di bin hukumê Xwedê da nin.

Ebabetî û toreyên dînê êzdîyan bi ciddî têne derbazkirin û di nava bi hezaran salan da hema bêje nehatine guhartin. Ebabetî pêxas têne derbazkirin, bona zirar negihîje wî warê buhurtî û gelek heyteholên dînî têne derbazkirin. Dîndar di çavkanîya buhuştî ya bi navê Kanîya Sipî û ava ziyaretî – Zimzimê ra derbaz dibin, li wira ava buhuştî li xwe war dikin, paşê ser pira Seratê ra derbaz dibin, dawî têne bal mezelê Şêx Adî. Li vira her kes berê xwe dide Xwedê û Şêx Adî û hîvî ji wan dike ji bo gunehên wan efû bikin û daxwazên wan bi cî bînin. Piştî van heyteholên dînî ji feqîran ”berate” (tiberk) dikirin, ku xilorîkên gilover in û di rengê sipî da nin, ew ji xwelîya kaxçînê ya ji axa buhurtî tê çêkirin, ji bela-xetayan diparêze û bextewarîyê tîne.

Berî em bikevine xanîyê ziyaretê, ji me hîvî kirin em solên xwe bêxin û bi daxwaza xwe an di erebeyê da bihêlin, an jî bikine nava torbeyekê û bigirine destê xwe. Me biryar kir solan di erebeyê da bihêlin. Ez pêxas çûm, hey disekinîm, min bala xwe dida her deran, ku bi qedera reş va perwedekirî bû, lê tebîyeta li dor Lalişê bê hesab ciwan û bînxweş bû. Her tiştê li der û dora min ez zendegirtî dihîştim, ne axir ew cîyekî wisa bû, ku pêşîyên me ji me ra behs dikirin û xeyal dikirin rojek ji rojan bibînin. Me bihîstibû, ku Laliş heye, lê me nizanibû ew çawan e. Dinya sayî bû, ewrên şîn bi awayekî giran berê xwe didane tepeyên çiyan. Hewa germ bû û wisa aş bû, ku ji dûr va dengê xuşîna avê dihat.
Pêşî em anîne Kanîya Sipî – ber xanîyekî kevirî, ku derîyekî darîn yê zexm li ber bû. Di hundurê xênî da hewzeke gilover heye, ku bi ava çavkanîyan ya zelal va bi lêvan ra dagirtî bû. Me gorî bawermendîya dîn ser çavên xwe şûşt û em pêşda çûn. Em ji hevrazekê ra derbaz bûn, bi riya kevirî ra çûn, ketine meydana, ku eyd-erefatên ruhanî lê derbaz dikin. Meydan çarniçik bû û bi kevirê tebîyetî yê ne xeratkirî bû. Ser milê çepê yê meydanê cîyekî nîvsergirtî hebû, ku li wir di dema cejinên dînî da textên bona kirîn-firotanê datanîn; li wir edebîyeta dînî, sûvênîr û eşîyayên din yên bi sîmvolîka bawermendîyên êzdîyan difirotin. Ser milê rastê hewzeke sergirtî bû, ku avên Zimzimê û Kanîya Sipî diketine navê. Li orta meydanê, pêşberî dergehê ziyaretê yê navbendî erdekî şovkirî yê ne mezin hebû. Gorî bawermendîyê, piştî mirinê ruhê her êzdîyekî pêşî dikeve Lalişê û li wir pêşberî derên sereke yên ziyaretê mehkemeya ruh dikin, paşê ew dikeve buhuştê an jî dojehê.

Ber derê ziyaretê çavê min li nivîsareke ser kevirekî ket, ku xemil dida wî derîyî; ez demekê sekinîm, min hewil da fêm bikim ka ew çi sîmvolîkayên ecêb in û min dixwest bizanibûya ew kengê xuliqîne û ji bo çi ne. Ser milê rastê yê derîyê ketinê marek bi dirêjayî kola bûn, û serê wî marî ber bi jor bû. Em zanin, ku mar di nav gelên cihanê yên cuda-cuda da roleke giring dilîzin, ew xwedî fikirên kûr in; lê bal mîfologîya êzdîyan mar xwedî kemaleke diha mezin e. Bal êzdîyan mar sîmvola parastina jîyanê ye li ser erdê; mar tê qebûlkirin ne tenê wek cûrekî heywanan, lê wek sîmvoleke kûrfikir, herwiha wek sîmvola sazdarîyê, lê ji ber ku mar dikare çermê xwe biguhêre, ew herwiha tê hesibandin wek sîmvola jîndarîyê.
Min nikaribû bizanibûya ka wêneyên maran li Lalişê kengê dîyar bûne û ew ne tenê li ser dîwarên Ziyaretê hene, lê herwiha li ser eşîyayên êzdîyan yên kevinare jî, wek nimûne li ser feraqan û xemil û xişirên demên cuda-cuda, lê lêgêndeke gelek balkêş ji min ra şirove kirin. Gorî lêgêndeke êzdîyan, gava di demên lêhî-lêmişta hemcihanê da Nuh Pêxember li zinarekî ketîye, di gemîya wî da qerşek peyda bûye û gemî bi avê va hatîye dagirtin. Marek li gemîya Nuh Pêxember hebûye. Ewî bi dêla xwe va ew qerş girtîye û bi wê yekê va emirê kesên di gemîyê da xilaz kirîye – û bi vî awahî, dibêjin, ku ewî jîyana li ser erdê xilaz kirîye, ango nehîştîye jîyan li cihanê ji holê rabe.

Di xanîyê komplêksê da çend sera, odeyeke bi avên buhurtî, odeyên bona kesên ruhanî û mêvanan û yên din hene. Gava ji derê sereke yê Ziyaretê derbaz dibî, gerekê lingê xwe daneynî ser şêmîkê, lê gerekê jê çeng bikî. Şêmîk buhurtî ye, wêya maç dikin û pereyan davêjine ser, ew jî bona alîkarîyê ye. Bi wan derîyan ra, ku jê ra ”Dergehên Şîxadî” dibêjin, dikevî serayeke berfireh ya çarniçik. Ji hemûyan zeftir li ziyareta êzdîyan sadetî ber çavan dikeve û qet ne mînanî dêr û camîyên avzêrkirî û dewlemend e. Dîwar ji kevirên xas in, ser erdê selên kevirî ne, di orta xênî da çend sitûnên çargoşe hene. Dîwarên Seraya civînan û sitûn bi qumaşên rengerang va hatine xemilandin. Qumaş ewqas pir in û wisa tevlihev dardakirî ne, ku meriv nikare zêde tişt jê fêm bike. Min bi dengekî nimiz ji rêberê me pirsî ka ew qumaş têne çi maneyê. Ewî got, ku nizane, lê zane ku ew hediyayên wan kesan in, ku têne hecê. Ez nizanim ser vê pirsê Mîrê êzdîyan û ruhanî çi difikirin, lê bi bawerîya min, ew qumaş bê rewş in û lezeta ku me ji ziyaretê û dîn sitendibû, dixeyîrînin.

Ew cî nîşanî me dan, ku Şêx Adî lê rûdinişt – ew cî ji dêrîyê ketinê ser milê çepê, serê serayê yê jorîn da ne. Li vira îro jî civîn têne derbazkirin. Ji seraya civînan ji sivderê (korîdor) dikevî şikevteke binerd, ku li wir ava Zimzimê dikişe, ew wek çemekî biçûk e û kûraya wî weke 20 santîmêtr e. Şikevt ewqas berfireh û mezin e, ku em sê kes û pênc rêvebirên me azad li wir digerîyan, me bi hev ra sohbet dikir û texmîn ne dikir, ku em li warekî binerd da nin.
Min xwe li wira Mohr kir. Ew hinekî mînanî morkirina xaçparêzan e û bi avê va girêdayî ye. Meriv gerekê bi ava Kanîya Sipî û ya Zimzimê ya buhurtî ser çavên xwe bişo. Hinek kes wê avê direşînine ser kincên xwe jî. Dema ji şikevtê derdikevî, rastî dîzeke pir mezin ya di rengê sipî da têyî. Gorî dîn gerekê sê caran li ber wê piştosan pante bidî, ango temene bî û berê xwe bidî Xwedê û dua bikî, daxwazan lê bikî. Dibêjin, ku ew ebabetî pişta merivan zexm dike, nexweşîyan qenc dike û saxlemîyê baştir dike. Tevaya heytehola mohrkirinê bi serokatîya Şêx, Pîr û merivê ruhanî yê sereke li Ziyaretê dihate derbazkirin û bi dua û dirozge û nivatinên dînî va derbaz dibû.

Piştî ebabetîyên dînî em birine sera, ku mezelê Şêx Adî li wir e. Hemû kesên têne Ziyaretê, diçin ser wî mezelî. Şêx Adî nûjenkarê ruhanîyê yê mezin û zaneyê ulmê dîn e, ew di sala 1162an da di emirê mezin da li Lalişê çû ber rehma Xwedê. Ber dilê êzdîyan Şêx Adî ne tenê kesekî dîrokî û nûjenkarê êzdîtîyê ye, lê herwiha piştî Melekê Tawis merivê dudan e. Bi gotina gotîyan, ne bavê wî hebû, ne diya wî û ew ji alîyê Melekê Tawis da hatibû şandin, bona di rojên oxirmên giran da piştgirîya êzdîyan bike. Êzdî bawer dikin, ku Şêx Adî ne mirîye, lê piştî ji vê dinyayê bar kirîye, çûye li ezmanan bi cî bûye.

Goristana Şêx Adî di bin ziyareta bi kemala xwe va ya dudan da ne û di odeyeke ne pir mezin da ne, li wir tu tiştekî zêde an jî xemil tune. Mezel çargoşe ye, bilindaya wî weke 1,8 mêtr e û bi selên mermer va hatîye warkirin, di fêza wî da gelek qumaşên rengereng avîtine ser. Gorî qanûnên dînî, gerekê sê caran dor mezel bizivirin, di wê demê da meriv dikare daxwazekê ber xwe da bêje û bona pêkanîna wê gerekê niçikên qumaşan bi hev va girêde û veke. Me li ber mezel fotoyê xwe girt.

Ji goristana Şêx Adî em derbazî seraya dinê bûn, li ber dêrî minareyeke bi bilindaya weke du mêtran bilind dibe, ku jê ra ”Dîwarê bextewarîyê” dibêjin. Dibêjin, ku eger sê mêtran dûrî wî dîwarî bisekinî û bi çavên girtî gilokeke qumaş bavêjî li cîyê herî bilind, wê demê tê bextîyar bî. Dema ji wê serayê ra derbaz dibî, dikevî odeyeke taybetî, ku li wir bi dehan dîzên (kûzên) mezin yên ji xwelîya kaxçînê çêkirî hene, ku bona parastina rûnê zeytûnê ne û ew li Ziyaretê bi kar tînin bona fitîlan vêxin û agirê dînî bistînin.

Xên ji wê yekê, ku êzdî bawerîya xwe bi Royê tînin, ew herwiha ji demên buhurî bawerî bi êgir jî tînin. Vêxistina agirên cejinên dînî (fitîlên rûnî) jî di dema derbazkirina cejinan îzbata wê yekê ye, ku êzdî bawerî bi ronahîyê tînin. Heta niha jî cejineke bi êgir va girêdayî heye; merivekî taybet di dema rojê ya anegor da êgir vê dixe; eva wek heytehola xwepaqijkirinê gerekê ji alîyê êzdîyan da bê pêkanînê. Kesên ruhanî her êvar li cîyên ziyaretê yên taybet da fitîlan vê dixin, ku bi rûnê zeytûnê va hatine dagirtin. Şeva sêşemê-berbanga çarşemê û şeva pêncşemê-berbanga înîyê berî derketina Royê li Ziyareta Lalişê agir vê dixin, ku pêşkêşî melekan in. Di sala teze ya êzdîyan da, ku buharê tê kivşkirinê, kesekî ruhanî agirê tiberk ji ziyaretê derdixe û merivên li wir hazir wî agirî hildidin, didine hev û ji wî agirî fitîlên xwe vê dixin û ew nîşana xwepaqijkirinê ye.
Bi vê yekê va nasîya me bi Lalişê ra bi dawî bû. Em birine heyata Ziyaretê, ku li wir odeyên jîyînê yên karmendan e û odeyek jî ji bo mêvanan e. Mezîla wê odeya çargoşe weke 50 mêtrên çargoşe ye. Li rex dîwaran dîwan û maseyên nimiz hene. Erd bi selikên kêramîkayê va hatine xemilandin û tenê li ber dîwana xalîçe raxistîne. Li ser dîwarekî wêneyên Şêx Adî, Barzanî û Telebanî ne. Li ser dîwarê pêşber dîdemê Ziyareta Lalişê ye. Her tişt sade ye.

Li vira ber me pêşnîyar kirin, ku xwerinê bixun û di ser da zêde kirin, ku ew ji wan xurekan hatîye çêkirin, ku li ser axa Ziyaretê hatîye gîhandin; xwerina ji pincarê, penîr, rûn, nanê bi xwe petî, hingivê ji pêtekên xwe, mast û heta çay jî xwedî tameke taybet bûn. Em wê jî bêjin, ku ava vira ya vexwerinê jî gelekî tam e, lê pir sar e, heta dikeve navbera diranên merivan û sizî dide. Min texmîn kir, ku xwerin gelek xweş e, xwesma nan û av. Dema me xatirê xwe hev dixist, ji nişkêva torbeyek dane min, ku tê da av û nanê dualêkirî hebû. Hinek kes dikarin bêjin, ku ew tiştekî biçûk e, lê em pê pir dilxweş bûn. Ez piştî çar rojan vegerîyame Moskvayê û pir ecêbmayî mam, ku ew av û nanê dualêkirî qet tama xwe ne guhastibûn.

Vadîm Makarênko ji min ne kêmtir hewil dida derheqa Ziyareta êzdîyan û êzdîyan bi xwe da zêde tiştan bizanibe. Ewî bi guhdarî bala xwe dida li her deran, her cî dikişand, gelek pirs dida, nivîsên derheqa êzdîyan da, ku berê xwendibû, bi bîr dianî, fikirên xwe digot û dihate ser fikira anegor, himberîhevkirin dikir. Lê Laliş ji bo wî zêde di hêla dîrokî û zanyarî da balkêş bû. Lê min nikaribû wê ciwanîya ber çavên xwe dîtî himberî tiştekî din bikim.

Cîyê Ziyaretê yê batinî, cejin û heyteholên kûrfikir, markirin, mohrkirin, merivên qenc û navdar, ava avilheyatî, hewa çiyayî ya xweş, ezmanê sayî, xwerina gelek xweş, ku ji berên axa vira hatibû çêkirin, Laliş bi xwe, wek ku ew niha di bîra min da maye, wê demê tesîreke pir mezin li ser min kirin, te digot, ku ew xwedî hêzeke sergirtî ya bi hêz e. Ew war bi evînê û dilrehmîyê va dagirtî ye. Kê ku dixweze lezetekê bibîne, bira bi kêmanî di jîyana xwe da carekê here wî cîyê batinî. Herwiha her êzdîyek jî di jîyana xwe da gerekê bi kêmanî carekê here Lalişê. Ez wê jî bêjim, ku ji me ra tiştekî ha jî gotin: her kesê bixweze, dikare şevekê li Lalişê belaş (bê heq, bê pere) razê heta dikare çend rojan jî li wir bimîne.

Di temamîya riya vegerê da ez di bin hukumê bîranînan da bûm û ew ji bîra min dernediketin. Riya di navbera Lalişê û Şêxanê da weke 11 kîlomêtran e û min qet texmîn ne kir ka em çawa gihîştine ber derê Baba-Şêx. Bajarokê Şêxan, ku cîyê karê Baba-Şêx li wir bû, di sedsala 12an da ji alîyê şêxên Qetenîyan va hatîye çêkirin û heta niha jî hesab dibe wek navbenda ruhanî ya êzdîyan. Baba-Şêx (ku tê maneya ”bavê şêxan”) – serekê şêxên êzdîyan e, ew serokatî li ruhanîya êzdîyan dike û kontrol dike, ku erf-edet û cejinên êzdîyan yên dînî çawa lazim e, wisa bêne derbazkirin. Ew bi malbeta xwe va li bajarê Şêxan dimîne, cîyê karê wî jî hema li wir e. Em di destpêka seheta 5an, êvarê hatine Şêxanê. Êdî li benda me bûn. Pîr Xelîl, ku rêberîya me dikir, ji min ra got, ku Baba-Şêx kêm caran ji warê xwe diçe warekî din, ew her kesan qebûl dike û her kesê sade jî dikare seredana wî bike, derê wî ber her kesî vekirîye.

Cîyê karê Baba-Şêx li ser kûçeyeke teng e. Ew mînanî kelayeke biçûk e û di rengê sipî da ne. Em bi pêpelînga kevirî ya fireh ra bilind bûne qatê dudan û ketine serayeke mezin, ku li her deran xalîçe raxistibûne erdê. Li ber dîwaran, ji herdu alîyan dîwan û kursî danîbûn û ber wan maseyên biçûk hebûn. Pencere bi perdeyan hatibûne girtin, li ser dîwaran wêne û aletên bi dîn va girêdayî hebûn. Ez ber wêneyê bi dîdema tawis sekinîm. Kurê Baba-Şêx – Samîr, ku rêberîya min dikir, bi nermî got: eva hediyaya serokkomar Telebanîyê qedirgir e. Di odeyê da wê demê çend meriv jî hebûn. Baba-Şêx di orta odeyê, li ser dîwanê rûniştibû. Meriv nikaribû wî nas nekira: ew bi cilên dîndarîyê yên mîna berfa sîs sipî bû û şaşika sipî dabû serê xwe, bi hemdî xwe tizbî dikişand. Wek ku ji min ra gotin, kesên li dora wî rûniştî muftîyekî misilman yê navdar û çend mêrên din bûn.

Baba-Şêx herdem mijûl e, lê ewî bi dilovanî ez qebûl kirim û cî nîşanî min da, ku rûnêm. Piştî çend deqeyan, dema wî axavtina bi mêvanê xwe ra xilaz kir, wek ku li Rohilatê hatîye qebûlkirin, bi dilgermî xatirê xwe jê xwest û bi wê dilgermîyê va jî gote min, ku ez li kêleka wî rûnêm.

Sohbeta me piranî derheqa êzdîyên Rûsîyayê û Kavkazê, rewşa wan ya ruhanî da bû. Ewî hahanga ji min pirsî, ka ez şêxê xwe nas dikim û ew ji kîjan binemalê ye. Bersîva min ew dilxweş kir. Di dema sohbetê ji me ra hurmet kirin: fêkî û avên cûre-cûre dane me. Baba-Şêx çend caran bi dilekî germ ji min ra got, ku ez dîsa fêkîyan bixum. Wext zû derbaz dibû. Min ji şêxê qedirbilind destûr xwest û gotê, ku wextê min bi Mîr Tehsîn beg ra heye, seheta 7an, û lema jî em gerekê bilezînin, herine Ba-Edrê. Li navbenda Ba-Edrê cîyê karê Mîrê êzdîyan e û ew bajarok bi awayekî ne fermî bi nav dikin wek paytextê êzdîyan.

Me sipasîya xwe bona qebûlkirinê û hurmetkirinê got, xatirê xwe ji hev xwest û Samîrê nuxurîyê Baba-Şêx em verêyî ber erebeyê kir. Em ji derê din va derketin, ne ji wî derî ra, ku em ketibûnê. Min sebebê wê yekê ne pirsî. Dibe, wisa lazim bû, an jî ew bi edetekî dînî va girêdayî bû. Lê dema em bi rê diketin, ji me ra têlê xistin û gotin, ku Mîr Tehsîn beg nikare me qebûl bike, ji ber ku rewşeke ji nişkêva saz bûye û seredana me guhartin rojtira din. Mixabin, em rastî Mîr Tehsîn beg ne hatin, ji ber ku wextê me tunebû û gorî planê em gerekê sibê li Erbîlê bûyana. Lê me Ziyareta sereke – Laliş dît, em bi gelek kesên baş ra bûne nas – bi serekê Navbenda êzdîyan Şêx Şemo, pîrê sereke yê hemû êzdîyan – Pîr Xelîl, karmendê ruhanî yê Ziyareta êzdîyan – Pîr Çawîş, Feqîr – Pîr Bercos, serekê ruhanîya êzdîyan – Baba Şêx û meriên qedirgir yên din ra, ku tesîreke mezin li ser me hîştin.

Ji ber ku wextê me yê aza hinekî hebû, min pêşnîyar kir em peya li Şêxanê bigerin, bibînin, ka merivên sade çawa dijîn. Hemûyan piştgirîya pêşnîyara min kirin û em peya ketine rê. Piştî seyraneke demkurt ra Pîr Xelîl pêşnîyar kir em herine çiyê û ji wir bala xwe bidine bajêr û der û dorên wî. Ez li serê çiyê sekinîbûm û min li dor û berên xwe, li ezmanê sayî dinihêrî û ji hewa çiyayî ya paqij lezeteke bê hed û hesab baş didît, me bala xwe da heyat û baxçeyên gel, guh dida axavtina kesên dûr, ji ber ku armanca me ew bû, ku zêde derheqa êzdîyan da bihesin. V. Makarênko bi awayekî germ bi îngilîsî ketibû minaqeşeyê. Ro ji berê va diçû ava, lê ezman rengê sor-gevez wergirtibû. Laliş ji bilindaya çiyê, ji dûr va jî wek Royê ciwan bû. Em ewqas ketibûne heyra vê ciwanîyê û me ewqas bi heyecan bi rêberên xwe ra dipeyivî, ji hêlekê va jî me hevpeyvîn dida berpirsyarê rojnameya wira, ku me texmîn ne kir, ka çawa êvar ser me da hat. Roya, ku weke xeleqeke di rengê gulê û sor da berî demekê ber çavan bû, ji ber çavên me betavebû, ezmanê sayî bi mîlyonan siteyrkan va tije bû, hîv derket, bi îşiqa xwe ya sivik va Şêxan hinekî ronahî kir, lê hewa çiya êpêceyî sar bû. Me bi dil sipasîya Pîr Xelîl kir bona dilovanî û xemxurîya wî, û piştî girtina çend fotoyan me xatirê xwe ji hev xwest û berê xwe da Dihokê.

Tarîya şevê li ser Lalişa Nûranî ya bi çiyan va dorgirtî hat û di nav şevereşê da winda bû. Em ji gundekî êzdîyan ra derbaz bûn û min sazbendîyeke nas bihîst – di gund da dewat bû. Min ji ajovan hîvî kir bisekine û me gişkan peyatî berê xwe da dewatê. Me ji dûr va dît, ku li heyatê, ser milê çepê jin li rex hev rûniştibûn û gava çav li me ketin, di ber xwe da kirine piste-pist. Bengzê wan aram û paqij bû: rûyên jinên êzdîyan vekirî ne, ewana di civakê da azadtir in, ji misilmanan zêde xwedî maf in û bê hed û hesab bi malbeta xwe va girêdayîne. Keçên êzdîyan dikarin azad ji xwe ra mêrê xwe hilbijêrin. Wek edet, dê û bav dema keça xwe didine mêr, fikira wê dipirsin.

Hema li kûçê govenda kurdan digerîya. Li ser dikayekê komeke sazbendîyê hebû: du gîtar, sîntêzator, def, ji herdu alîyan aletên bilindkirina dengan hebûn. Sazbendî bi dengekî qube û bilind li wir perwaz dida. Reqasvan destên hev girtibûn, govend digerandin, milên xwe kutabûne hev, çapik û çeleng direqisîyan. Li dor govendê gelek zaro ketibûne nava eşqeke mezin. Milet ne zêde dewlemend e jî, lê hemû jî cilên paqij û nûjen li xwe kiribûn. Hatina me bala wan gelek kişand, her kes li me dinihêrî û nav xwe da dikirine piste-pist. Me çend wêne girtin, bûk û zava pîroz kir û riya xwe berdewam kir.

Wek min texmîn kir, piranîya êzdîyên Îraqê, ku li bajarên Şêxan, Ba-Edrê û gelek gundên der û dorên wan dijîtin, beşa civaka kurdan ya here feqîr e. Karê piranîya êzdîyên gundan xwelîbêcerkirin e. Ewana ceh, genim û zeytûnê diçînin. Beşeke biçûk ji wana karê bazirganîyê û yên din dike. Bêkarî li navçeyên êzdîyan himberî tevaya warên Kurdistanê, zêdetir e. Êzdî gazinê xwe dikin, ku hinek caran zor li wan dikin, mafên wan pêpes dikin. Hinek caran wisa bûye, ku karmendên misilman kar nadine wan, ji ber ku ew êzdî ne, lê eger hildidine ser kar jî, maeşê wan ji yê misilmanan kêmtir e. Gelek mêrên êzdîyan tevaya rojê li qahwexaneyê û çayxaneyê derbaz dikin û ew ji wan ra wisa bûye xeyset, ku meriv dibêje qey diçine ser kar. Ewana li vir nerdîyê, kişikan dilîzin, nergîleyê dikişînin, bê hesab pir çayê û qahweyê vedixun û tizbîyên xwe dikişînin. Jin wek edet, piranî karê malê dikin. Li vira xanî û avahîyên wisa mezin tunene, wek ku li Dihokê û Erbîlê hebûn. Malên çend kesên navdar ne tê da, biçûk in û piranî yekqatî ne, bi çeperên bilind va hatine sûrkirin û di hêla arkîtêktûrî da bê rewş in. Mal wisa çê dikin, wek ku li temamîya Kurdistanê, an ji keviran, an jî ji agûran (kelpîçan), ew ji du-sê odeyan in. Li vira erd pir e jî, lê mal pir nêzîkî hev in û hemû bi hev ra wek meheleke jîyana tevayî ye. Deba êzdîyan sade ye, lê li ser banê her malekê satalît heye û piranîya malan xwedî erebe ne. Ji ber ku li vira warê çiyayî ye û transporta ji bo gel, wek otobûs, hema bêje ji binî va tune, meriv fêm dike, ku erebeyên wan ne ji bo kêfê, lê ji bo çûyîn-hatinê ne.

Taybetmendîyên arkîtêktûrîyê bal êzdîyan zêde di xanî û şênahîyên ruhanî da xuya dibin: di konstrûksyona Ziyaretê, heykelên li ser mezelan û goristanan da, ku bi carekê va ji çêkirinên xaçparêzîyê, misilmanîyê û dînên cihanê yên din cuda dibin. Ber çavan e, ku Ziyareta êzdîyan bi arkîtêktûra xwe va taybet e û qet ne mînanî tu ziyareteke cihanê ya din e

Back to top button