Polîtîk

Dixazin Bexda mudaxeleya rewşa Kurdistanê bike

Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanî ya Parlamentoya Iraqê  Mueyyed Teyib got ku, tevgera Goran dixwaze hikûmeta Iraqê mudaxeleya karên navxwe yên herêma Kurdistanê bike.

Mueyyed Teyib berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Îraqê, ji AKnewsê re axivî û diyar kir ku PDK û YNKê tu carî deriyê diyalogê digel partî û aliyên din yên Kurdistanê negirtine û her tim bo diyalogê amade bûne.

Teyip, rexne li helwesta fraksyona Goran li parlamentoya Îraqê  girt û wiha axivî:

“Parlamenterên Goranê li parlamentoya Iraqê  her tim dixwazin rewşa Kurdistan û hikûmeta herêma Kurdistanê xerab nîşan bidin ku sîstemek dîktor heye û guh nade daxwaziyên xelkê.”

Parlamenter Teyib, anî ziman, parlamenterên Goranê ji vê yekê du armancên wan hene û wiha domand:

“Ya yekê, dixwazin rewşa Kurdistanê  aloz nîşan bidin, ya duyem jî, daxwaz dikin hikûmeta Iraqê mudaxeleya karên navxwe yên herêma Kurdistanê bike, bi taybet rewşa niha ya bajarê Silêmaniyê bi kar tînin.”

Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanî, destnîşan kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê komîsyonek bo lêkolîna bûyerên vê dawiyê ava kiriye, lewre pêwîst nake hikûmeta Iraqê jî, komîsyonekê pêk bîne, her wiha, li gorî destûra Îraqê  jî, hikûmeta Iraqê nikare mudaxeleya karên herêma Kurdistanê bike.

Back to top button