Civak

Li Qamîşlo şehîd tên bîranîn

 Bi helkefta heftemîn salvegera “Serhildana Qamişlo“yê di 12ê adara (March) 2004ê de Encûmena Siyasî ya Kurdî li Sûriyê bangî xelkê kir ku çalakiyeke pêkbînin.

Gerek ev çalakî di 12ê adara (March) 2011ê de li goristana Qudurbegê li Qamişloyê pêk bê. Di vê goristanê de gelek goriyên »Serhildana Qamişloyê«yê hatine binaxkirin. Gerek seet 11.00 protestoyeke ji pênc deqeyên bêdeng pêk bê.

Roja 12ê adarê wek »Roja Şehîdê Kurd« tê binavkirin. Encûmena Siyasî ya Kurdî, ku ji heyşt partiyên kurdî yên sûrî pêk tê, herweha bang kir ku di êvara 12ê adarê de li ser û li pêşiya xaniyan û dikanan mûm bên pêxistin.

(Kurdwatch)

Back to top button