Polîtîk

Berendamên PDP-ê kifş dibin

Li gora hinek agahdariyên gihatî destê medyayê BDP hêdî hêdî berendamên parlementoyê kifş dike. Li gora ku tê gotin û hinek agahdariyên ji nawenda BDP-ê derketîn derve, nêzikî 10 parlementerê niha di parlementoyê de,dê cardin nebin berendam.

Herweha BDP-ê ji van 10 kesan jî, xwestiyeku ew cardin bibin berendam. Ev 10 parlementer jî evin:  Akın Birdal, Ufuk Uras, Osman Özçelik, Nuri Yaman, Hamit Geylani, Fatma Kurtulan, Şerafettin Halis, Bengi Yıldız, Nezir Karabaş ve Sevahir Bayındır.

Dixweyê di van hilbijartinan de BDP-ê kesên behtir nêzikî Ocalan wê bike berendam. Hinek kesên di doza KCK-ê de girtî jî dibin berendam, navê Firat Anli, Selma Irmak, Ramazan Koç û Hatip Dicle derbas dibe.

Ji aliyek din cihê hinek  berdendama tê guhertin, tê gotin ku wê Ehmet Turk ji Mersînê bibe berendam. Lê Turk bi xwe dixwaze ji bajarê xwe ji Mêrdînê bibe berendam.

Lista berendama teva tê amade kirin û biryara dawî ji Qendîlê wê bête dayîn.

Back to top button