Nivîsar

Nasnameya PDKê Rêbaza Barzaniye..

Rêbaza Barzanî demana serkeftina PDKêye. Pêwiste PDK ji serî heta dawiyê li vê rêbazê xwedî derkeve û bi pratikê de pêwistiyên vê rêbazê pêkbîne…

Dara Bilek

Îro 79 saliya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye.Damezirandina PDKê destpêka tekoşînek netewîye ku gihaye armancên xwe.Herweha damezirandina PDKê wejîna hestên netewî yên Kurdistanîne.Taybetî di serokatiya Barzaniyê nemir de, destpêkirina Şoreşa Îlona pîroz di kesayeta Barzanî û PDKê de bû çiroska hişyarbûna kurdên di herçar parçeyên Kurdistanê û cîhanê de.

Di dîroka siyasî ya Kurdistanî de heta vê gavê jî, cara yekem bû yekitiyek netewî di destpêka şoreşa Îlonê de kesayeta Barzaniyê nemir de pêk hat.Ji bo vî yekê dîroka PDKê dîroka tekoşîna tevgera azadixwaz a Kurdistanî ya 79 salane.Taybetmendiyek ya PDKê ew bû ku, dîroka xwe bi xebata xwe da nivîsandin.

Bê guman wek her rêxistinek di cîhanê de PDK jî qonaxên taybet re derbas bû. Gelek cara wek pêlên avê rabû û sekinî. Pêwiste her qonaxek li gora taybetmendiyên xwe bête nirxandin.Herweha cara yekem di dîroka nêzîk a siyasî de Kurda bi serokatiya Barzanî û PDKê destkeftîyên bi encam destve anin .Sala 1970ê 11ê Adarê PDKê li gel hukumeta Bexdayê bi peymanê doza miletê kurd xist warek yasayî de. Ev yek bû sembolek ku kurd bûn xwedî stauyek qanûnî.

Ez bawerin pêwistî heye ku mirov carê bi çavek rexnegirî jî berê xwe bide PDK û nirxandinên rasteqînî jî bike.PDK partiyek muhavazakar e. Bi awayek din bi kurtahî PDK ne partiyek çep e. Her cara di nava PDKê de pêla çepitiyê hatî, alozî jî di siyaseta PDKê de peyda bûne.

Îro di roja me de PDK partiyek liberal demokrat tê nasandin. Piraniya cara jî siyaseta xwe li gora vê rêve dibe. Heta pêwendiyên PDKê yên herî baş di cihanê de li gel van partiyên vî cureyîn e.Pêwist bû partî bi hemû rengî xwe nûjen bikira û mejiyên ciwan û aktif bi awayek pêwist bi karbianiya.Di rastiya xwe de karizma , serok Barzanî û cigirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî dihêlê ku PDK wek caran rolê xwe yê dîrokî bileyze.

 Herweha ev yek gelek kêmasiyên partiyê jî di nava xwe de winda dike.Dema mirov behsa nûkirinê dike, mebest ewe ku ji serî heta binî, nûkirinek pêkwerê û ev imkan û qudreta PDKê heye û qadroyên gelek hêja ku dikarin dewletan rêve bibin di nava refên PDKê de hene.Herweha piraniya cara mirov di siyasetê de li kevne şopiyên xwe xwedî derkeve başe, lê pêwiste mirov bi nûjenbûnê li tiştên kevin xwedî derkeve.

Rêbaza Barzanî demana serkeftina PDKêye. Pêwiste PDK ji serî heta dawiyê li vê rêbazê xwedî derkeve û bi pratikê de pêwistiyên vê rêbazê pêkbîne. Ne tenê bi gotin be.

Serokê Barzanî di peyamek ya xwe de behsa bingehê siyaset û heta radeyekî kesayeta xwe dike.Mesud Barzanî dibêje:“Ez ji Şêx Ebdilselam Barzanî fêrî çanda pêkvejiyan û fedakariyê ji bo serxwebûna Kurdistanê bûm.Ez ji Şêx Ehmed Barzanî fêr bûm ku, exlek ji her tiştekî pêştir e. Bîr û bawerî ji qeyd û zincîra bi hêztir e.Ez ji Mistefa Barzanî fêrî jiyana pêşmerge û cangoriyê bûm.Ji Şoreşa Îlonê fêrî Yan Kurdistan Yan neman ê bûm.Ji dayîkên şehîdan fêrî berxwedana berdewam û xwegiriyê bûm.“

79 saliya damezirandina PDKê de, gerek dîroka siyasî ya vê partiyê ji aliyê reveberên Partiyê ve berçavre bê derbas kirin. Gerek rêbaza Barzanî bê têgihandin û li gora wê jî nivşên nû bêne perwerdekirin.

Cîgirê serokê PDKê Neçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: Çawa ku PDK di hemî bilindbûn û daketinên dîrokê de serkeftî maye, ew ê bi aqilmendî û îradeyek xurt hêvî û xewnên gelê Kurd bi dest bixe. Ji bo vê yekê divê em bi berdewamî xwe bi pêşketin û ruhê demê û hewcedariyên wê nû bikin û divê PDK hêvî, garantî, ruh û dînamoya pêşveçûna gelê Kurd be.

Pêwiste ku 79 saliya xwe de PDK, xwe berçavre derbas bike û li gora wê jî gavên nûjen bavêje. Projeya herî pîroz a ku PDK pêşkêşiya wê dike projeya dewletbûna kurdaye. Bê guman heta ku mirov bigihê vê armancê gerek gelek astengên mezin derbas bike. Lê PDKê di dîroka xwe de gelek tiştên bê imkan destve aniye û îro jî ew hêza PDKê û serok Barzanî heye ku bigihê armanca nihayî ya ku gelek kurd wek xwewnekî dibîne. Hêvî ew ku PDK vê xewna Kurda bike rastiyek.

Demana serkftinê rebaza Barzaniye.

16.8.2025

Back to top button