Nasa xelat dide wan kesên ku avdesta ser heyvê dîzayn bike
Ajansa Frînnasiya Niştimanî û Birêveberiya Valahiya Asmanê (NASA) hela kareke bêhempa ji bo endazyar û dîzaneran ragihand û li beramber dirustkirina “Avdesta ser heyvê” dehan hezar dolaran dibexşê wan kesan. Ev projeya Nasa beşeke ji programa Artemîs ku bi niyete li sala 2024 da careke din mirovan bişîne ser rûyê gerstêrka Heyvê.
Mercên dîzaynkirina avdestê:
1- Dirêjiya wê nabê ji 4.2 pê sêca derbas bike.
2- Gelek bêdeng bê, nabê dengê avdestê ji 60 disabil zêdetir bê.
3- Divê berî valakirinê hilgirtina zêdetirê yek lîtir mîz û 600 gram gu hebê. Ji bilî wan hemûyan divê avdest li gor hêza rakêşana heyvê bê çêkirin.
Nasa ragihandiye serkeftiyê baştirîn dîzaynê 20 hezar dolaran werdigrê lê belê li gel ewe da jî duyem û sêyemê dîzayner jî li beramberda 10 hezar û 5 hezar dolar werdigrin.