Civak

Demjimêrek ji germiya destan, enerjiyê werdigre

Demjimêreke zîrek guherîneke nû li cîhana demjimêran da pêkanî ku dîroka berhemanîna yekem demjimêrê vedigere zêdetirê hezar sal berê. Demjimêrên klasîkî pêwîstiya wan bi badanê hebû, paşê bi battery û pîlan kar dikirin û li vê dawiyê de demjimêrê zîrek ku erka wê ji demjimêrên berê zêdetir hatiye berfirehtir kirin pêwîstiya wan bi şarjkirinê nemaye. Demjimêra cûreya PowerWatch 2 (Demjimêra bi Hêz) ji bo kar kirinê uze û enerjiyê naxwaze û uzeya xwe ji germiya destê bikarhêner werdigre.

Şaşe û ekrana demjimêrê 1.2 înce û rengî ye, enerjî û ûzeya xwe ji germiyê werdigre, êdî çi germiya destê bikarhêner bê yan têhna rojê. Zêdetirê taybetmendiyên demjimêrê de hişmendî heye, wekî GPS û hestiyariya taybet bi çalakiyên bikarhêner. Ji bo demjimêrek ku uzeya xwe ji germiya rojê û destê bikarhêner werbigrê, nabê çaverêyeke zêdetir jî lê bê kirin, hîç programek, ji bilî li programên xwe wernagrê, nabê peywendî pêve bê kirin û karkirina wê sînordare, lê belê li kûrahiya deryayê de jî dikarî melevaniyê pêve bikî û kêşeyek pêknayne û bi berdewamiya lêdana dilê bikarhêner jî nîşan dide.

Back to top button