Dahata me 100 car zêde bê û biçe Bexda tiştek nagihe destê me

Endameke berê yê Mekteba Siyasî ya YNK dibêje: “Her kesek dijî kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê bê, şaşiyeke gelek mezin dike. Herêma Kurdistanê eger dahata wê 100 car zêdetir jî be û ew dahat biçe Bexdayê tiştek nagihe destê me”.
Mamosta Ce’fer Endamê berê yê Mekteba Siyasî ya YNK li hevpeyvînek da ragihand: “Rastiyeke eşkereye Herêma Kurdistanê xizmeteke gelek mezin kiriye, belê kêmasiyên xwe jî hebûn, lê belê xizmetên mezin jî kiriye”.
Kurd li hinek qonaxên dîrokê de dewleta xwe hebû û Mamosta Ce’fer dibêje: “Ew dema Kurd bi xwe xwediyê dewlet bûye, wekî mînak dewleta Doskî ku nêzîkî hezar sal berê niha ye, paşê Selçûqiyan dagîr kirin, ji xelkê re gotin jiyana me li gel wê demê yek ji bo 100 e û niha rewşa me gelek gelek xerape. Xelk her wiha gelek bi şanaziyê ve behsa Komara Kurdistanê dikin. Ji bo wê yekê her kesek bipeyve, (behsa hilweşandina kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê bike) paşê hest dike ku şaşiyeke gelek mezin kiriye”.