Nameyek ji Erdogan re

 

Zatê we, dema Serokwezîr bû, herwesan Serokkomarê berî, brêz Abdullah Gül û brêz  Ahmet Davudoğlu, serokwezirê niho, di pir deliveyan de, gotine : Kurd  û Tirk xizmin, akrebane û ev hizar salin bihevre dijîn. Gelo, ev xizmatî, eqrebatî, bi kêr çi dihêt  û çi faydê wê heye, eger di rojên teng de, di demên ku xeter  li ser hebûna terefekê hebe, terefê din harikariyê neke ? 

Di hemo qunaxên dirûkê de, dema ku Tirk di tengasiyên mezin de derbaz dibûn, Kurdan, harikariya wan kiriye û pir caran, ji tehlîka nemanê xilaskirîne.Bi rastî Kurdan, di tarixa van hizar salên borî de, wacibên exlaqî, dînî, xizamtî û aqrebatî, her wersan gotin û peymanên xwe  bicih kiriye. Lê heta niho bes carekê jî,Tirkan ev deyne, li Kurdan ne vegêraye.Ez  dê îsharetê bi sê tarixên pir giring bikim :

1. Sal, 1071, di Cenga melazgirtê de, gora hind cavkaniya deh hizar, gora hind din dora bîst hizar çekdarên kurd, beshdarî vê cengê bûn û harikariya Tirkan û komutanê wan Alpaslan kirin. Bê guman, eger Kurdan dijminatiya Tirkan kiribûya, yan  harikarî ne kiribûna, leskerê Alpaslan bi tenê nedikarî zora leshkerê Bîzansan bibe û  ne dikarî Anadulu  bo  gelê tirk bikete welat. 

2.  Sal 1514, cengên di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de, ne xasime cenga çaldêranê û hejmarek din, ji cengên mezin. Bê guman eger Kurdan di wan cengan de,  dijminîtiya  Tirkan kiribûya, yan harikarî ne kiribûya, Dewleta Osmanî  ne dikarî  zora dewleta Sefewî bibe. Raportên Osmaniyan, yên wê  demê, li ser van cengan hatine  nivîsandin, nexasime ji layê Idrisê Bidlisî ve, ashkere dikin ku rola leshkerên Kurdistanê  di gel leshkerê tirk, sereke bû.  Bi taybetî di sherekê de, eger leshkerên Kurdistanê bes du saatan direng mabana, leshkerê osmanî bi temamî  dê bi destê leshkerê sefewî bihata îmhakirin. 

3. Sherê yekemînê cihan : Disan, eger Kurdan, li dijê Tirkan sherkiribûya yan harikariya wan di cenga azdiyê de, ( Kurtulush savashi) ne kiribûya , Tirkan bi tinê ne dikarî, Turkiye azad bikin. Eve çend numuneyên dîrokîne ji hejmarek mezin ji numuneyan.   

 Evro, ev cenga ku Daish li dijê gelê kurd diket, deliveyek mazin bû, ku Tirkiye deynê Kurdan, qismî be jî, vegêrabûya. Di van dumehên borî de, Daish qirkirin û cenosayid, li dijê gelê kurd, li Shengalê û li Kobanê kir û berdewame, pirtir ji niv milyon xelkê bê guneh, bê sîlah, ji warên xwe mishext (koçber) bûn. Daish  dora 30 km, nêzikî Hewlêra paytextê Kurdistanê bibû, Amerika ji wî rexê dunyayê hat, Fransa, Almanya û  çend dewletên  ewropî, hatin, li dijê, Daishê, harikariya Kurdistanê kirin û gelê Kurdistanê ji tehlîkeya cenosaydê xilaskirin. Lê xizim, cînar û aqrebayê me yên Turk, dest hilnedan, wek temashvanekê ku li  du ekibên fotbolê bi nêre, temashe dikir û niho jî bi vî rengî li Kobanê temashe dike. Hin çavkaniyên siyai  diplomasî û çapemenî tekid diyar dikin ku Turkiye harikariye Daish dikir û hêj niho jî dike.

Ev bûn  22 du roj ku  êrêsha Daishê  li dijê gelê kurd li Kobanê didomîne, qirkirinek mezin, li ber cavên dewleta Tirkiye, tête kirin,  sherkerên kurd ji pir aliyan ve, hatine çemberkirin, bi çekên kêm  û besît berevaniya man û namanê dikin. Gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê bang û hêvî dike ku Dewleta Tirkiye, harikariyek leshkeriya xurt, siyasî,  aborî û însanî  bidene xelkê kurd li Kobanê û  wekî Amrîka û Ewropa hewul bide  ku  Daishê  bishkêne, lê mixabin Dewleta Tirkiye çu qîmetê û rumetê  na dete van hêvî û daxazên gelê Kurdistanê.

 Cenabê serok, ez dixwazim bi bîra  we bînin  ku pishtî damezirandina Impiratoriya Osmani li 1299 heta 1514, dused û pazde sal derbazbibûn, di wê mideha dirêj de, Dewleta Osmanî,  ne karîbû, hemo  Anadulu jî, bindest bikin. 

Lê, bi saya tifaqê û harikariya leshkerên Kurdanê, di sala 1514 de, heta sala 1517, di midehê du sal û nîvan de,  ji Anadulê heta  Suryê, Iraqê, Felestînê û Misrê, bi Dewleta Osmanî ve hatin girêdayîn. Ev sal, salvegera pêncsed (500) saliya vê tifaqa Osmaniyan û Kurdane. Ev salveger deliveyek mezin bû  bo vê harîkariyê.

Têkiliyên  xizmatî, eqrebatî  û insanî  di navbera Kurdan û Tirkan de ku cenabê we, pircaran ifadekiriye, ferdikir ku Tirkiye erk û wacibên xwe, bi cihkiribûna û  harikariyên, leskerî, siyasi, diplomasî, madî û manawî bo gelê kurd li Bashur û li rojava Kurdistanê bê teredud, peshkêsh kiribûna. 

Pishtî ku Dewletên yekgirtiyên Amerikî,  Fransa, Almaniya û Ewropa  di hewara gelê Kurdistanê, hatin û  hewul didin ku Kurdan ji tehlîka nemanê xilas bikin jî, Tikiye hêj biryara harikariya Kurdan nedaye.  Gelo, pishtî vê  helwesta Tukiye û vê îmtihana  man û nemanê  ku gelê kurd têde derbaz dibe, ma mafên Turkiye heye ku lûman li Kurdan bike, eger baweriya wan  bi soz û wedên Turkiye û bi pêvajoya ashtiyê ne mîne? 

 

Dr. Mîsa  Qewalî  

 

Nerîna min :