Polîtîk

Daxuyaniya serokatiya Kurdistanê li ser Kobanî

Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand ku, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê daxwaz ji hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞ kiriye ku, hevkarî û alîkariya xelk û xebatkerên Kobanî bikin.

Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de behsa helwestên serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dike û dibêje:

          Serokatiya herêma Kurdistanê her ji roja destpêka êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser Kobanî, piştevanî û piştgiriya xwe ji bo Kobanî û xelkê rojavayê Kurdistanê ragehandiye. Serok Barzanî gelek ji nêzîk rewşa koçberan û rewşa Kobanî şopandiye û dişopîne û roja 19.09.2014ê serok Barzanî di peyamekê de daxwaz ji civaka navdewletî kiribû ku, Kobanî ji êrîşên terorîstan biparêzin û êrîşa DAÎŞ bo ser Kobanî bi êrîşa bo ser gişt gelê kurd wesif kir.

Hisên di daxuyaniya xwe dibêje ku, piştî bûyerên van çend rojên borî û zêdetirbûna êrîşên DAÎŞ bo ser Kobanî, serokê Kurdistanê  tekîdê li ser heman helwestê xwe dike û daxwazê ji welatên beşdar di hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞ dike ku,  hevkariya xelk û xebatkerên Kobanî bikin:

          Serok Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî dike di hewara xelkê Kobanî û koçberan biçin ku ji ber gefên DAÎŞ xwe spartine aliyê din yê tixûb. Di vê rewşa nebaş ku, Kobanî tê de derbas dibe, serokatiya herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê piştevan û hevpeymanê xûşk û birayên xwe yên li Kobanî û rojavayê Kurdistanê ne.

Back to top button