Cîhan

Amerîka naxwaze Kobanî bikeve jêr kontrola DAÎŞ

Peyvdara wezareta derve ya Amerîkayaê ragehand ku, êrîşên balefirên şerî yên hevpeymanan bo ser DAÎŞ li derdûra Kobanî tesîreke baş li ser bêhêzkirina DAÎŞ hebû û Amerîka naxwaze Kobanî bikeve jêr kontrola çekdarên DAÎŞê.

Jon Saky peyvdara wezareta derve ya Amerîkayê di preskonferensekê de got ku, Amerîka û hevpeymanên xwe dê li ser êrîşên balefirên şer bo ser bingehên DAÎŞ li Îraq û Suriyeyê berdeam dibin û armanca wan êrîşan jî jinavbirina çavkaniyên aborî yên çekdarên DAÎŞ e.

 Peyvdara wezareta derve ya Amerîkayê li ser rewşa Kobanî li rojavayê Kurdistanê got ku,  di çend rojên borî de hevpeymanan gelek êrîşên balefirên şerî kirine ser bingehên DAÎŞ li Kobanî û hijmareke tang û zirîpoşên wan têkşikandine:

          Amerîka naxwaze Kobanî bikeb jêr kontrola  çekdarên DAÎŞ.

Li gor hin zaniyariyandi sê hefteyên borî de ji sedema êrîşên çekdarên DAÎŞ bo ser Kobanî li rojavayê Kurdistanê, heta niha zêdetir ji 219 çekdarên DAÎŞ hatine kuştin, 127 şervanên YPG şehîd bûne û 160 hezar kes koçber bûne.

Back to top button