Polîtîk

Nakokiyên nava Tevgera Goranê roj bo rojê kûrtir din

Nakokiyên nava Tevgera Goranê ku, Newşêrwan Mistefa serokatiya wê dike û yek ji aliyên opozisyon yên hikûmeta  Kurdistanê ye, roj bo roj kûrtir din. Berî heyamekî çend serkirdeyên naskiriyên Tevgera Goranê cidabûna xwe ji Goranê îlan kiribû û niha Newşêrwan Mistefa lêdixebite ku, wan razî bike û vegerîne nav Tevgara Goranê.

Li gor rojnameya Hevwelatî ku, ji başûrê Kurdistanê bi soranî weşana xwe dike, Newşêrwan Mistefa, roja şemiya borî, serdana mala Qadirê Hacî Elî û Salar Ezîz kiriye û hewildaye wan razî bike vegerin nav tevgera Goranê.

Li gor rojnameya navborî, Newşêrwan Mistefa ji her du serkirdeyên veqetyayî re gotiye: “Em halên hev in, çênabe em ji hev cuda bin û ji hev dûr kevin. Divê em bi hev re bicivin û li ser nakokiyan gotûbêj bikin.” 

, li gor rojnameyê, ew negihiştine tu rêkeftinan û bi tenê li ser wê yekê rêkeftin ku, piştî vegeriyana Osmanî Hacî Mehmûd ji dervey welêt ku, ew jî yek ji cudabûyane, civîneke çar terefî bikin. 

Back to top button