Hemû teksta peyva serokwezîrê Kurdistanê
Ez kêfxweş im ku, çend sal beriya nuha min di danana kevirê bingehîn yê vê nexweşxaneyê de, digel cenabê kak Kosret Resûl ku, hîngê jî ew cîgirê serokê herêma Kurdistanê bû, beşdarî kiribû.
Ez dixwaz im behsa hizra avakirina vê nexweşxaneyê û nave nexweşxaneyê bikim. Navê nexweşxaneyê ji tîpên yekem yê navê her sê kurên kak Kosret (Pêşrew, Araz û Rêbaz) ku şehîd bûn, pêk tê.
Cenabê kak Kosret di xebata pêşmergatiyê de rolek mezin dîtîye û ew şeref hebû bi hemû awayan xizmeta xelkê Kurdistanê bike. Cenabê wî ji bona bidestveanîna vê rojê xebat kiriye û divê rê da jî wî bi şexsî qurbanî û şehîd dane û bi awayekî giştî digel gelê me xebat kiriye.
Îro jî derfetek hatiye pêş, û ev cîyê nuha em tê dene û ev avahî li ser hatiye avakirin, pêştir mala kak Kosret tê de bû, lê piştre wî bi xwe ew însiyatîv wergirt û biryar da ku, ji bona xizmetkirina bajarê Hwlêrê ku, ew bixwe jî xelkê vî bajarê xweştivî ye, li vir nexweşxaneyek bê avakirin.
Destxweşî û pîrozbahiyê li kak Kosret dikim, sipasiya kak Dirbaz (kurê Kosret Resûl) dikim ku, gelek zehmet dît heta ku ev pirojeye li Hewlêrê bi awayekî serkeftî bidawî be.
Armanca me eve ku, li herêma Kurdistanê sektora taybet bi awayekî organîzekirî di binyatdanan welatê me de rola xwe bilîze. Bi baweriya me, hikûmet nikare bêy sektora taybet vî welatî avadan bike. Em wisa hizir dikin ku, sektora taybet daynemoya dirustkirina vî welatî ye û dikar di gelek waran de rola xwe bilîze û yek ji wan waran jî warê saxlemiyê ye. Ji bo me hemûyan zelal û eşkereye ku, warê saxlemiyê li Kurdistanê, di hemû waran de, gelek arîşe û problem hene, û pêwîste em hemû bi hev re, bi awayekî cidî, kar ji bona çakirina rewşa saxlemiyê bikin. Eger gelek bukrtî bêjim: Me çi ji sektora saxlemiyê divêt?
Em dixwaz in me li herêma Kurdistanê sîstemeke tendirustiyê a wisa hebe ku, eger zarokek yan xizmek me nexweş ket, îmkanên çareserkirinê li welatê me hebin û neçar nebin zarok yan xizmên xwe, ji bo çareseriyê bo dervey welat rê bikîn. Eveye armanca me ji sektora saxlemiyê li welatê me. Belê, gelek caran em wisa hizir dikin ku, çareserkirina rewşa saxlemiyê li welatê me bi kirîna amêrên nû û pêşkeftî dibe, lê ev neraste.
Me, li ser dema bernameya neft li hember xurak gelek amêrên baş kirîn, lê belê eger me kesên şareza nebin kar li ser wan amêran bikin, çi fêdeya wan dibe? Bi tenê ew amêr dê li ciyî xwe bimînin û kes fêdey jê nabîne. Hîngê giringtirîn tişt eve ku, divê sîstema saxlemiyê bi awayekî baştir bê organîzekirin. Divê yên ku, di warê saxlemiyê de kar dikin, yên ku pizîşkin, yan di her wezîfeyê de bin, hest bi giraniya berpirsiyariya xwe bikin. Mixabin, gelek caran, em, xemsarîyê di warê saxlemiyê de dibînin. Çênabe di warê saxlemiyê de, bi taybetî ji aliyê pizîşk û birînpêçan ve, xemsarî hebe.
Ez destxweşiyê li wezîrê saxlemiyê dikim ku, ev heyameke lêdixebite ku, sektora saxlemiyê bêxe ser rêya rast. Destxweşiyê lê dikim, sipasiya wî dikim û hêvîdar im em hemû bi hev re bikarîn alîkariya vî warî, vî wezîrî û wezareta saxlemiyê bidin daku di karê xwe de serkeftî bin.
Bê guman, ev nexweşxaneya me îro li Hewlêrê vekirî dê xizmetên mezin pêşkeşî xelkê Kurdistanê bike. Ya îro min li vir di warê amêrên pêşkeftî, kadiroyên bi şiyan û karker û di warê îdarî de dîtî, gelek rêkûpêke. Gelek giringe ev pirojeye berdewam be, ji ber ku, li gor tecrûbeya me, gelek karên baş tên kirin, lê neberdewamiya wan pirojeyan wisa dike ku ew bên jibîr kirin. Gelek caran nexweşxaneyên mezin, bi dîzayîn û bi standardên cîhanî tên avakirin, lê belê ji ber ku giringî bi berdwambûna wan nahête dan, rastî arîşe û probleman dibin.
Ez hêvîdar im ku, ev nexweşxaneye û nexweşxaneyên din gelek giringiyê bi îdare û berdewamiya karê xwe bidin û di hemû waran de saxlemiya xelkê Kurdistanê ku, wezîfeya sereke ya karmendan van nexweşxaneyan e, biparêzin. Ew dema, ew, desrçûyn û diplomaya pizîşkiyê wergirtî, wan sûnd xwariye, ez hêvîdar im ku, ew emekdarên sûnda xwe bin û emekdarên wezîfeya ser milên xwe bin, çunkî ev berpirsiyariyeke mezine.
Ya ku em jî ji sektora saxlemyê dixwazin eve ku, sektora saxlemiyê li herêma Kurdistanê baş be û bikaribe bi awayekî organîzekirî xizmeta xelkê Kurdistanê bike. Ne tenê Kurdistan, em dikarin xizmetên tendirustiyê pêşkeşê hemû Îraqê bikin, ji ber ku li Kurdistanê me jîngeheke aram heye û em dikarin di warê saxlemiyê û di warên din de karên baş bikin.
Careke din, ji bona avakirina vê nexweşxaneyê, destxweşiyê li însiyatîva cenabê kak Kosret dikim û ez hêvîdar im ku, ev nexweşxaneye bibe hevkarek mezin bo zêdetir xizmetkirina hemû hevwelatiyên Kurdistanê.
Pîroz be û bi hêviya Xweda dê serkeftî bin.
Gelek sipas
11.02.2013