Nivîsar

Nabe mirov bibe perçeyek planên entegrasyonê

Roger Çaxer

Li Tirkîyeyê hilbijartina Serokkomarîyê di rojevê de ye. Di nav Kurdan de nêrînên cuda hene di vê mijarî de.

Qısmek, bêyî ku tu nirxandina bikin piştgiriyê didin Selahattîn Demîrtaş, qismek wek ne piştgirê PKK/BDP/HDP xuya bikin jî bi sedemên cûr be cûr piştgiriyê didin û xwe dikin perçeyek vê lîstika entegrasyonê û qismek jî bi temamî vê helwestê red dikin û dibêjin ku ewê boykot bikin.

Nêrînên cudatir jî hene lê li gor min jî helwesta rast ewe ku mirov bi tu awayî nebe perçeyek planên entegrasyonê. Loma divê ne bi tenê hilbijartinên serokkomarîyê, hemû hilbijartinên bi vê rengê ji aliyê Kurdan ve bên boykot kirin û em heta karibin wek netewek ji pergalê dûr bikevin, jê veqetin.

Di rojeva Tirkîyeyê û Kurdên bakûrê Kurdistanê de hilbijartinên serokkomarîyê heye lê di rojeva me Kurdan de mijareke din ê gelek girîng heye. Ew jî referandûma bo serxwebûna başûrê Kurdistanê ye.

Li Tirkîyeyê veqetina me yê ji pergalê çi qas girîng be, li Iraqê ev mijar hê girîngtir e. Ji ber ku êdî başûrê Kurdistanê ber bi dewletbûnê diçe û biryar daye ku wê referandûmê çêbike.

BDP bû HDP ji bo ku ji navê Kurdî xelas bibe û êdî eşkere dibêjin ku ew Tirkîyeyî bûnê diparêzin û li gor wê jî tevdigerin. Projeya wan entegrasyon e û loma jî rewşeke pir xwezayî ye ku namzetan bo serokkomariyê derxin. Lê li başûrê Kurdistanê?

Destkeftiyên bakûrê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê mirov nikare bide ber hev. Di vê rewşê de jî Kurdên netewî û serxwebûnxwaz ên bakûrê Kurdistanê li bakûr veqetina ji pergala dagirker diparêzin. Loma jî Selahattîn Demîrtaş dibe navnîşana rexneyan.

Li başûrê Kurdistanê, di demeke ku biryara referandûmê hatiye girtin û amadekariyên îlankirina serxwebûnê tên kirin; bûyîna Kurdekî ya Serokkomarê Iraqê tê çi wateyê?

Dema herî muhîm ku Kurd bi temamî amadekariyên veqetandina ji Iraqê dikin, ji bo çi hê jî doza serokkomariya Iraqê dikin û Kurdek dibe serokkomar?

Çawa li bakûrê Kurdistanê xeta entegrasyonê hebe, li başûrê Kurdistanê jî ev xet heye. Divê hêzên serxwebûnxwaz ên başûrê Kurdistanê derfet nedin vê xetê. Ji ber ku ev xet di nav hemû Kurdan de dibe sedem ku hêvî û baweriyên bi başûr ve girêdayî bişikên.

 

Back to top button