Polîtîk
Berpirsekî PDKê ji mirinê rizgar bû
Berpirsê liqa 14 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê di dema serdana wî de bo çeperên pêşmergeyê Kurdistanê bombeyek bi karwanê wan de teqî û bi selamtî jê derbas bûn.
Îsmet Receb berpirsê PDK li Mûsilê, di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.INFO re got: ”Îro, roja yekşembiyê, di serdana me de bo çeperên pêşmergeyên Kurdistanê, bi rêve li devera Wankê a ser bi qezaya Têlkêfê ve, bommbeyek bi karwanê me de teqî û em hemû bi selametî jê derbas bûn.
Berpirdê KDPê got jî ku, hêzên pêşmergeyê Kurdistanê li eniyên şer di nava amadebaşiyê de ne û morala wan gelek bilind e.