Polîtîk
Li Rojhilatê Kurdistanê nivîsên Kurdî qedexekirin
Bajarvaniya Urmiye li biryarnameyek da di derbarê bi karanîna peyv û navên Kurdî, hişdarî daye Kurdên wê bajarê û bi wan ragihandine ku divê şûna zimanê Kurdî zimanê Azerî bikarbînin.
Li van çend salên derbasbûyî de guherîna navên Kurdî li ser zimanên dinê wekî Azerî û Farisî li bajarê Urmiye kar li ser hatiye kirin û li vê dawiyê jî piştî hatina Ruhanî bi awayeke bi hêztir û li çarçêweya biryarên ji aliyê rêjîmê ve pêşde birine.
Guherîna navên tax û kolan û wan cih û warên Kurdî ku Kurd têde nîştecihin bûye sedema nerazîbûna hemwelatiyên Kurdên Rojhilat û hemû Kurdên cîhanê.