Cîhan

Fransa: Siyaseta şaş a Malikî Îraq gihand rewşa îro

Hikûmeta Fransayê dibêje ku, siyasetên şaş yên Nurî Malikî serokwezîrê karbirêkerê hikûmeta Îraqê, Îraq gihand vê rewşa aloz û kirîza siyasî û emnî ya ku îro li Îraqê tê dîtin.

Gêrard Aro nûnerê hikûmeta Fransayê li Neteweyên Yekgirtî (NY) di peyvekê de got ku, Fransa bi berdewamî rewşa Îraq û deverê şopandiye û haydarî wê yekê bû ku, Malikî di dema hukimdariya xwe de li şûna ku, weke siyasetmedarek û weke serokê hikûmetekê hizir bike, wî weke serkirdeyekî şîye û mezhebçîtî hizir dikir.

Aro di peyva xwe de dibêje ku, ew kesên siyaseta Malikî rexne dikir, Malikî ew bi terorê tawanbar dikirin û bi dijwarî li hember radiwesta, ”Lê ya Malikî bi xwe dikir tirsandin û xwebihêzdîtin bû, heta niha jî ew berdewam e û dest ji reftarên xwe bernade û dixwaze careke din posta serokwezîrîriyê werbigire.”

Li gor Gêrard Aro nûnerê Fransayê li NY, Fransa pêş demek dirêj hest bi rewşa xerba Îraqê kiribû û zanî bû ew rewş dê biteqe û hevwelatiyên  ne şîyî tehemûla siyaset û reftarên Malikî nakin û dê li dijî wî rabin, lê hikûmeta Fransayê nedixwest mayê xwe di karûbarên Îraqê de bike.

Back to top button