Cîhan

Amerîkayê bêdengî şikand

Wezareta karên derve ya Dewletên yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) li ser birîna budceya herêma Kurdistanê û miaşê kermendên hikûmeta Kurdistanê hişdarî da Nurî Malikî serokwezîrê hikûmeta karbirêkera Îraqê û ew biryara hikûmeta Bexdayê bi biryarek nerast wesif dike.

Brêt Makgurk alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê di daxuyaniyekê de ji Rûdaw re got: ”Budceya Îraqê niha li parlamentoya Îraqê tê minaqeşekirin ku, 120 milyar dolar e û 17 milyar dolar ji wê budceyê  pişka herêma Kurdistanê ye. Em dixwaz in ji wê yekê piştrast bin ku,ew budece dê bigehe Kurdistanê.”

Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê got: ”Me bi eşkereyî ji serokwezîrê Îraqê re gotiye ku, birîna miaşên karmendên kurd li herêma Kurdistanê, ji ber sedemên nakokiyên warê neftê, bi tu awayî em qebûl nakin û divê ew biryar bê hilweşandin.”

Back to top button