Keştiyekî nefthilgirê nefta Başûrê Kurdistanê ku meha hezîrana 2014 li bendera Ceyhana Tirkiye bihaya 100 milyon dolar nefta Kurdistanê barkir û bir bazarên cîhana neft û tê çaverêkirin roja şemiyê 26.07.2014 bigihe Wîlayeta Teksasê.

Li gor wan zanyariyên ku belavbune, eve çaremîn keştiya nefthilgire ku nêzîkî yek milyon bermîl nefta Başûrê Kurdistanê barkiriye û biriye bazarên cîhanê.

Pîsporên uze û enerjiyê pêşbîniya ewe dikin bi bilindbûna asta şandina nefta Başûrê Kurdistanê heta li dawiya îsal da rojane 500 hezar bermîle û sala pêş de dibe dû beramber. Eve jî bandoreke erênî li bazara neft û hemwarkirina nirxa neftê de daniye bi taybetî niha bazara neftê bi sedema rewşa emnî ya rojhilata navîn û Iraqê û her wiha aloziyên Ukrayna û Rûsya nearamî peydakiriye û ev alozî nirxa neftê jî dakişîn û hilkişîneke mezin bi xwe ve dîtiye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: