Polîtîk

Barzanî cejna Remezanê li Misilmanan pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê bi taybetî, Iraq û cîhanê bi giştî dikim. Pîrozbahiya germ ji bo malbatên serbilindên şehîdan dişînim, azadî û mayîna me berhema xwîna şehîdên serbilindên Kurdistanê ye û heta hetayê cihê şanaziyê ne. Pîrozbahiyekî germ ji bo Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê ku li senger û eniyan de bi pêşve bergiriyê li gel û welatê me dikin û canê xwe xistine serdest û bi azayetî û xweragirî û canfedayiya serwerî û azadiya Kurdistanê diparêzin û baweriyê didin gelê me ku paşarojeke geş li benda wê ye, her wiha pîrozbahiyê li hemû karmendên dezgehên emniyên Kurdistanê dikim ku gelek azayane bi navê parastina asayîşa welat û ser û malê hemwelatiyan şevnixunî dikin.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê li hemû misilmanan wergirtibê û ev cejin bibê cihê dawî hatina nexweşî û kavilkarî û vekirina dergeha vegerana aramiyê ji bo Iraq û navçeyê û hemû mirovayetiyê.

Em li demek de meha pîroza Remezanê bi rê dikin ku bi sedema şer û aloziyên Iraqê sedanhezar hemwelatî ji hemû pêkhatên neteweyî û olî yên navçeyên cûda cûdayên Iraqê neçarbûne malên xwe bi cîh bihêlin û xwe spartine Kurdistanê, carekî din spasiya xelkê xweragirê Kurdistanê dikim ku ji bilî wê abluqeya nemirovaneya desthilatdarên Bexda xistine ser gelê me, yarmetiya lêqewimiyan daye û hewandina wê hejmara zêdeya koçber û lêqewimiyên li Kurdistanê bûye cihê sersamî û rêza civaka navdewletî.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim pişt û penaya Pêşmergeyên me yên qehreman bê û gelê me jî bigihe hêviya xwe ya ji mêjve û dawî bi hemû nexweşiyan bê.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

29 Remezan 1435 Koçî

27.07.2014 Zayînî

Back to top button