Civak

Peyama cejinê: Hêşta gelek pirs û astengî li pêşiya me ne

Hikûmeta  Kurdistanê bi peyamekê cejina remezana pîroz li hemû misilmanan û bi taybetî li malbatên şehîd û pêşmergeyê Kurdistanê pîroz dike û dibêje:

          Em cejina Remezana pîroz bi germî û ji dil li tev misilmanên herêma Kurdistanê û cîhanê bi giştî û bi taybetî li malbatên serbilindên şehîd û pêşmergeyê qehreman ku, li eniya şer parastinê ji ax û xelikê Kurdistanê dikin, pîroz dikîn. Em hêvîdar in ji  bo hemû aliyan xêr û xweşiyê bi xwe re bîne û herêma Kurdistanê jî bi yekdengî û yekrêzîya hemû aliyên kurdistanî, li jêr sîbera xweragiriya pêşmergeyê qehreman de, li ser avêtina pêngavên baştir ji bona aramî, asudeyî û xwejiyaniya kurdistaniyan bedewam be.

Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de  eşkere dike ku, hêşta gelek pirsgirêk û astengî li pêşiya pêşketina herêma Kurdistanê de hene û dibêje:

           Ji hemû demên din zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî, yekdengî, pêkvejiyan û lêbihurînê heye, daku rê li metirsiyên terorê bigirîn û kurdistaneke avadan û civakeke bextewera pêşketî ava bikin.

Hikûmet di peyama xwe  ji dil pîrozbahî û destxweşiyê li pêşmergeyên qehreman û karmendên asayîş, polîsê tirafîkê, tendirustî û hemû wan karmendên rojên cejinê dûr ji malbatên xwe, bo xizmet û parastina aramiya herêma Kurdistanê terxan dikin û di dewamê de dibin, pîroz dike.

Back to top button