Nabê kurd Rojavayê Kurdistanê vale bikin

Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Su’ud Molla Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê – Suriye û şandekî li gel kir ku ji Abdulhekîm Beşar û Kameran Haco Endamên Mekteba Siyasî û Se’îd Umer Endamê Serkirdayetî û Nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê – Suriye li Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de behsa rewşa tevgera rizgarîxwaza Kurd li Suriye û peywendiyên hevbeş kirin û tekez li ser pêşxistina wan peywendiyan û pabendbûna hemû aliyan ya ji bo çareserkirina wan kêşeyên têne ser rêya karên hevbeş kirin.Her li vê hevdîtinê de bi gumanê ve behsa koça berfireha xelkê Rojavayê Kurdistanê ya berev welatên din kirin û bi diyardeyekî xerap dane zanîn û peydakirina çareseriyeke bi lez ji bo kêşeyên hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê bi pêwîst zanîn.Behskirina rewşa navçeyê jî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: