Nivîsar

Nabe gotar bibin şîarê xapandina Kurda !

Pirsa li pêşiya me ya sereke pirsa Kurd e. Gerek em  ewilê pirsgirêka xwe ya netewî çareser bikin, û bibin xwedî statûkeyekî û pişre hewlbidin idelojiyên xwe di civatê de serbêxin..

Dara Bilek

Di siyasetê û pirsgirêkên civakî de , gelekî girînge ku, mirov bi çi çavî li bûyera dinêre. Dema nirxandinek li ser helwesta partiyek siyasî bê kirin yan jî dema mirov aliyek siyasî li gel helwest û xebata dikin, gotarên dibêjin bi çi çavî şirove dike? Ev yek gelekî girîngin û dibe sedemek bingehîn mirov di derbarê tişta ku, şirove dike de bighîne encamek rast yan jî encamek xelet.

Taybetî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, wek Kurd eger bi rastî armanca me ya bingehîn destxistina mafên rewa yên gelê Kurd be, rewş tê guhertin. Li vê derê du xalên girîng hene.

Gelo em dema ku, dibêjin “Mafê rewa yê gelê Kurd“ em çi jê fam dikin û armanca me çiye?

Yekem eger em wateya `Mafê Rewa` wek ku kurd wek neteweyekî xwedî mafên ku, çarenûsa xwe bi azadî ew bi xwe kifş bikin û ew  biryarê li ser çarenûsa xwe bidin ev tişta herî raste. Herweha  Mafê neteweyê Kurd heye ku, bibe xwedî statû yanî Kurd bibin dewlet ev tiştek raste. Dewletbûn dibe ku, dewletek serbixwe be, dibe ku dewletek federal be jî. Lê gerek ev yek wek mafekî Kurda bê dîtin.

Duyem eger em mafê Kurda bi tenê hinek mafên mirovatiyê bibînin û gotina demokrasî dê hertiştekî çareser bike û gotina wekheviyê bi awayek xaf bi karbînin û di bingehê xwe dîtinên de li dijê dewletbûna Kurdan bin, ev veca tiştek dine û wateya mafê Rewa` di van baweriyan de ne xwedî naverok e û valeye û bi tenê Kurdan ji mafên wan yên bingehîn dûr têxe.

Pîvana me di hemû nirxandin û şirove kirinan de gerek xala yekem be û ji wê pêde her tişta li guh xweş were jî mirov bêje valeye û tenê gotar dibin şîarên xapandina Kurda .

Gerek dema em partiyên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê binirxînin di çerçoveya xala yekem de, yanî ne qalibek ideolojik de lê bi çavkên Kurdistanî deynin û pencereya Kurdeyetiyê de nirxandin û şiroveyên xwe bikin , da ku em bighin encamên rast.

Niha dema em wek Kurd behsa AK Partiyê, CHPê, MHP, IYI Parti û HDPê bikin gerek pîvan çibe û em kijan pencereyê de li wan binêrin û behsa wan bikin, girînge.Eger metod û pîvana nirxandinê kifşbe, emê bighin encamek rasteqênî? Eger em qalibek ideolojiyek teng de li wan binêrin, em tenê xwe wek kesayet tetmîn dikin û digihin encamên xelet û rastiya heyî li ber çavê xwe û gel jî winda dikin.

Bawerim dema em van aliyên siyasî binirxînin gerek pîvana me bernameya wan ya di derbarê Kurdan de be. Ew ji bo Kurda çi dibêjin, çewe difikirin û di pratikê de çi gava tavêjin? Na eger em AK Partiyê tenê wek partiyek îslamî û CHPê wek partiyek sosyal demokrat û HDPê wek partiyek Kurd(!) şirove bikin û li gora wê jî bibin xwedî helwest, ev dibe qalibel teng ê îdeolojik û wek Kurd me ji naveroka doza me bi xwe dûr têxe.

Bê guman em jî wek kurd , wek kesayet xwediyê îdeolojiyekine, hinek ji me çepin, hinek komunistin hinek îslamine  hinek sosyalistin, hinek lîberalin û her weha her yek ji me jî xwedîyê dîtinekî yan jî ideolojiyekî ye. Lê pirsa li pêşiya me pirsa sereke pirsa Kurd e. Gerek em  ewilê pirsgirêka xwe ya netewî çareser bikin, û bibin xwedî statûkeyekî û pişre hewlbidin idelojiyên xwe di civatê de serbêxin. Lê ewilê çareserkirina pirsa Kurd e.

Di van qonaxên ku li Tirkriye û bakurê Kurdistanê tevgera siyasî têre derbas dibe, mimkine gelek kes guh nadin mafê miletê xwe yê rewa û ji bo wan îdeolojiya ku diparêzin destê yekem de girîng be, hinge bila ji bo cibicih kirina îdeolojiya xwe tevbigerin û destê xwe yê fitnê ji doza Kurd dûr bêxin. Ev dê qenciya herî mezin be li Kurda bikin.

Bihêlin bila herkesek hewlbide xwewna xwe bighine rastiye, bihêlin bila herkes ji bo xeyalên xwe bêxin ser rûyê erdê bitekoşe. Gerek kêmasî insan bîr û baweriyên xwe de dirustbe da ku reş û spî ji hev bê cuda be.

08.12.2022 

Back to top button