Civak

Analîzên Hilbijartinê: AK Partî xwe serheve dide,lê têrê nake

Kordînatorê Giştî yê dezgehê  Lêkolînê yê YONEYLEMê Derya Komurcu, li gorî encamên rapirsina ku wan kirine analîzek hilbijartinê kir. Li gorî nûçeya Komurcu diyar kir ku di nav Tifaqa Cumhur de hertim paşveçûnek heye û mijara YET(mijara xwenîşiyê) û bûyera li Teksima Stanbulê rû dayî bandor li hilbijêrên bê biryar kir.

Komurcu diyar kir ku, salekî sax dengên AK partiyê ber bi kêmbûne ve diçûya. Lê AK Partî di van demên dawî de ketiye qonaxa vejînê. Komurcu dibêje: “AKP’ê karî rê li ber kêmbûna dengên ku, ev salû nîve dadkevin bigre. Ev e 3 mehin dengên wê zêde dibin. Di meha Mijdarê de AKPê dest bi kampanya hilbijartinê kir. Bendewariya mûçeya herî kêm, pirsa EYT, êrîşa li Taksîmê û operasyona Sûriyeyê bandor li hilbijêrên AKP’ê yên bêbiryar kir.”

Komurcu dibêje: “Tevî ku rêjeya dengan zêde bûye jî AKP di hilbijartinên 2018’an de 10 puan paşde maye û bi MHP’ê re di nava 4,5 salan de 14 puan winda kirine

Back to top button