Civak

Li Amedê operasyona ‘cerdevaniyê’: 38 kes hatin binçavkirin

Li Navçeya Erganî ya Amedê dema wergirtina cerdevanan ji berî sê salan, ku îdiaya bertil hatiye dayîn 38 kes hatin binçavkirin. Di nav wan de fermandarê Cendirmeyan yê wî demî jî heye.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Navçeya Erganî ya Diyarbekirê di salên 2017-2018an de cerdevan hatin wezîfedarkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya ku di kirînê de neheqî hatiye kirin û “bertîl hatiye standin” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Fermandarê berê yê Cendirmeyên Navçeya Erganiyê Ahmet Eren jî di nav de 38 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku, Eren ê ji Konyayê cihê wezîfeya wî ya niha ye hatiye binçavkirin û anîn Amedê, ji duh ve dest bi binçavkirina girtiyan kirin. Hate hînbûn ku ji ber hejmara zêde ya girtiyan hinek ji wan birine navçeya Pîranê.

Back to top button