Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Almanyayê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 06.12.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Tobias Tunkel Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn li Wezareta Derve ya Almanya û şanda pê ra kir ku ji Balyozê Almanyayê li Bexdayê û Konsolê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê amade bûn.
Di civînekê da têkeliyên Almanya digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran hatin gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên leşkerî û mirovî yên Almanyayê bo Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de kir û behsa serdana xwe ya vê dawiyê ya bo Bexdayê û hevdîtinên xwe yên digel mezne berpirsên Iraqê kir.
Birêz Tobias Tunkel ji Serokê Herêma Kurdistanê ra behsa armanc û bernameya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û navçeyê kir û xwesteka welatê xwe ji bo berdewamiya hevkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên hêlawestiyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da.
Rewşa ewlekarî ya deverê bi giştî, rewşa koçber û penaberan û dabînkirina şert û mercên ku bikaribin bo ser war û cîhên xwe vegerin, û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, aliyekî din ê civînê bûn ku têda tekez li ser berdewamiya alîkariyên mirovî yên almanyayê bo koçberan kirin.