Cîhan

Operasyona bi 3000 polîsan re li dijî Naziyên ku li Elmanyayê plana derbeyê dikin! 25 kes hatin binçavkirin

Di operasyona li dijî nazistan ên ku bi biryar bûn li Elmanyayê amadekariya derbeyê dikirin de 25 kes hatin binçavkirin. Di daxuyanîya ku ji teref Serdozgeriya Federal ve hat dayîn de hat eşkerekirin ku li 11 eyaletan li 130 nuqteyan 3 hezar operasyonên polêsan hatin kirin. Wezîrê Dadê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Gûmana ku li dijî saziyên destûra bingehîn êrîşeke çekdarî tê kirin heye.”

Hat ragihandin li Almanyayê di operasyonên li seranserê welêt hatin kirin de bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” û plansaziya derbeyê 25 kes hatin binçavkirin. Serdozgeriyê daxuyand ku kesên di operasyonên serê sibê da hatin binçavkirin, Avakirina dewleteke ku Împaratoriya Almanyayê ya sala 1871ê ji xwere wek mînak girtine û rêxistineke terorê ava kirine.

Hat diyarkirin ku di operasyonên ku li gelek eyaletan li dijî Tevgera Welatiyên Reîch a rastgir hatin kirin de 52 kes bi îdiaya “endam an jî alîgirê rêxistina terorê ne” hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di nav de 25 kesên ku hatine girtin de leşkerên berê jî hene. Hat îdiakirin ku kesên hatin binçavkirin plana êrîşekî li ser Bundestaga Almanyayê dikiran û bi rêyê dixwestin darbeyekî bikin.

“Gumana ku êrîşeke çekdarî hatiye plankirin heye”
Wezîrê Dadê yê Almanyayê Marco Buschmann di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da diyar kir ku ji îro danê sibê ve operasyoneke mezin a têkoşîna li dijî terorê tê kirin û dozgerê federal jî li ser şebekeya terorê lêkolînan dike. Buschmann wiha got: “Gûmana ku li dijî saziyên destûra bingehîn êrîşeke çekdarî tê plankirin heye. Tê diyarkirin ku endamên rêxistina ku Împaratoriya Elman ji xwe re mînak digire dewleta modern a Elmanyayê nas nakin.

Back to top button