Nivîsar

Em bûn her tişt, lê em nebûn Kurd!

Bi rûniştinê, edebiyata şoreşê, bi zimandirêjî û quretîya dîwanxana, bi serdana partîyekê û bi çend katjimêrên wextê vala pêşketin nabe.

Nûrî Çelîk

Em bi navê şoreşê derketin rê. Şoreşa ji bo azadîya netewa Kurd û rizgarîya Kurdistanê.  Wek destpêka xwenasîn û hişyarîya her milletekî,  me jî wek ferdên milletê Kurd û wek xortên nûhatî di dema xwe de xeletî û şaşîtî kirin. Şaşîtîyên îdeolojîk, siyasî û pê re şaşîtîyên şexsî. Ji ber ku wê demê nexweşîya çepîtîyê nexeşîyek gelemperî ya cîhanê bû, em jî ketin nav wî karwanî û peşkên wê nexweşîyê li me jî ketin.

Bi xwendina çend pirtûkên felsefe û sosyalîzmê me xwe li ber perê ezmanan didît û şûr simbêlê me nedibirî. Marx, Lenîn, Stalîn, Mao, Hoşîmîn, Troçkî, Enver Xoce û yên din li cem me wek şagirt diman. Me xwe ji wan zêdetir teorîsyen û zanyar dihesiband. Em Selaheddînê Eyyûbî bûn, Ristemê Zal bûn, Kawa bûn, Mislimê Xoresanî bûn, û me xwe wek  cengawerên bêhempa didît. Em bi îdeolojîya çepîtî û enternasyonalîzmê serxweş bûbûn û me xwe di mirêkê (neynikê) de wek dêwê heftserî didît.

Her yek ji me teorîsyenek bû, ajîtatorek bû, pisporek bû, û em her tişt bûn. Lê me tiştek ji bîr dikir. Em bûbûn her tişt, lê em nebûbûn Kurd. Her çiqasî dev û zimanê me Kurdî bûn jî, di hest û mejîyê xwe de em nebûbûn Kurd. Belkî bi şikil û şemalê xwe em Kurd bûn, me xwe Kurd dizanî, lê em ne Kurdên civaka xwe bûn, em ne Kurdên Kurdistanê bûn. Em Kurdên Sovyetê bûn, yên Çînê û Vîyetnamê, yên  Arnavûtê bûn. Me xwe ne wek nevî û torinên Şêx Saîd, Saîd Riza, Qazî û Barzanî didît. Em nevî û torinên Marx bûn, yên Lenîz û Stalîn, yên Mao û Hoşîmîn bûn. Em ne xwarzê û brazîyên Bedirxanîyan, Ihsan Nûrî Paşa û Nûrî Dêrsimî bûn. Em xwarzê û brazîyên Fîdel Kastro, Cheguvara, Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan bûn. Erê em Kurd bûn, lê em ne Kurdên xwe bûn, em ê xelkê bûn. Ji ber mejî hatibûn dagîrkirin, em dostên xelkê û dijminên xwe bûn.

 Şoreşgerî û Kurdayetî bi xwendina çend pirtûkan û jiberkirina çend gotinên girover nabe. Bi avêtina dûrişme û sloganên qelew qet nabe.  Avêtina sloganên qelew û şoreşgerîya bi xwendina çend pirtûkan ji devjenî û zimandirêjîyê pê ve ne tu tişt e. Kurd û Kurdistan bi jiberkirina çend rûpelên pirtûkan, bi nivîsandina çend gotaran û bi dubarekirina gotin û sloganên klasîk azad nabe.  Jê re ked divê, xebat û tekoşînek bê rawestan divê, bedel û fedakarî divê. Bi rûniştinê, edebiyata şoreşê, bi zimandirêjî û quretîya dîwanxana, bi serdana partîyekê û bi çend katjimêrên wextê vala pêşketin nabe. Şoreşgerî û Kurdayetîya ku tenê bi zimên be û di jiyana rasteqîn de tu encamek berbiçav nede, ji zirarê pê ve tiştekî nade Kurdan.

Vladîmîr Îlyîç Lenîn, ji bo kesên ku çend pirtûkên çep xwendine û wek teyrên papaxan her tiştî dubare dikin dibêje „Şoreşgerên Devjen – Şoreşgerên Zimandirêj“ û didomîne: “ Divê em li dijî edebiyata şoreşê têbikoşin. Divê em têbikoşin ku edebiyata şoreşê şoreşê nekuje“. Ango, divê em li dijî wan kesên ku li ser navê şoreşgerîyê edebiyata şoreşê, edebiyata devjenî û zimandirêjîyê dikin têbikoşin, ku di pêşerojê de ew xewn û xeyalên şoreşê, hêvî û armancên şoreşê nekujin.

Devjenî û zimandirêjî, kesên ku bi navê şoreşgerî û Kurdayetîyê edebiyata şoreşê dikin û di kiryarên xwe de ziyanê dighînin tevgera Kurd, kesên ku bi xwendina çend pirtûkan xwe li ser serê milletê Kurd mezin dikin, kesên ku bi nivîsandina çend nivîs û gotaran xwe zanyar û fîlozof dibînin, û kesên ku sermaye û mîrata wan tenê çend serpêhatîyên xortanîya wan e û bi wê sermaye û mîratê îro siyaseta Kurdayetîyê dikin, pir in. Ji ber ku ji devjenî, zimandirêjî û edebiyata Kurdayetîyê pê ve tu taybetmendîyek wan tuneye, nikarin xebat û tekoşîna Kurdayetîyê pêş de bibin û her tim di cihê xwe de dihejmêrin. Sedema vê yekê jî xwenasnekirin e, kêmbûn yan tunebûna hest û hişmendîya netewî ye., bê hesab, bê plan û projebûn e, xebat û siyasetkirina rojane û gelek tiştên din in.

Bi kurt û Kurmancî; wek ku M.Mistefa Barzanî digot, berî her tiştî divê em bibin Kurd. Piştre em dibin çi ne pirsgirêk e.    

Back to top button