PolîtîkRojev

Nabe deverên nakok bibe cihê tevgera DAÎŞê

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di derbarê êrîşên DAÎŞê de daxûyaniyek ragihand. Nêçîrvan Barzanî dibeje ku, Divê Parlemen û Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAÎŞê bi lez kar bikin ku li navçeyên nakok hêzên hevbeş yên artêşa Iraqê û Pêşmergeyan bêne avakirin.

Peyama Nêçîrvan Barzanî:

Demjimêr (12:30) ê şeva derbasbûyî, çekdarên grûpa terorîstiya Da’îş li eniya Rojavayê Kerkûkê ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, êrîş kirin li ser sengerên Pêşmerge ya li nêzîkî gundê Qayebaşî ya li tixûbê bajaroka Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê û li encamê da sê Pêşmerge ku bi qehremanane rûbirûyê Da’îş bûn, canê xwe ji dest dan û şehîd bûn. Serxweşiyê li malbata her sê Pêşmergeyên şehîd dikîn û hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.

Me çendîn car Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş ji metirsiya bihêzbûna Da’îş û sûdwergirtina li valahiyên emnî yên navçeyên nakokî li ser agahdar kiriye. Êrîşa şeva derbasbûyî ya Da’îş li wê eniya Pêşmerge da hevdem buye li gel çend êrîşeke dinê Da’îş da.

Li vir da careke din daxwaz ji Parlemen û Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş dikîn, li navçeyên nakokî li ser bi lez kar bikin li ser dirustkirina hêza hevbeş ya li navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê da, bo ku êdî ew navçe wekî korîdora tevgerên terorîstî ya ji aliyê Da’îş ve neyê bikaranîn, ji ber ku eve metirsiyeke gelek mezine li ser Herêma Kurdistan û hemû êraqê û gefe li ser asayîşa hemû navçeyê û cîhanê. Herêma Kurdistanê ji bo hemû cûre hevkariyek bi navê dirustkirina wê hevbeşî û hawahengiya bi awayeke bi lez amadeye.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

01.05.2021

Back to top button