Civak
Nabê bêjin Ocalan xayîne
Kemal Derviş wezîrê demekî yê hukumeta Bulend Ecevit û ekonomistek navdar di bernnameyek kanala televizyona CNN Turk de beşdar bû. Derviş di derbarê pêvajoya nû li Tirkiye tiştên balkêş gotin.
Derviş got:
” Di vê pêvajoyê de du tiştên girîng hene. Yek jî tunebûna tundiyê ye . Duyem herkes bi azadî bikaribe dîtina xwe bêje.Kesek ku pêşniyara vê pêvajoyê kirîbê nabê mirov wî wek kesek xayin bide nasandin.
Ocalan jî hatiye guhertin. Ocalanê niha ne Ocalanê ji berî 20 salaye. Eger dixwaze şer dawî werê bila bila derfet jêre bête dayîn.
Ne kifşe dê kengê PKK ji dev çekan berdê. Ev ne tiştek başe. Karanina çekan xetere. Ev xeterî hêja hebê nabe. Lê van heftiyên dawî gelek ji wan xwe ji Tirkiye dane aliyekî û derketine. “