Em hevdura xwedî derkevin
Mirov bûne koleyê jîyanê ji bo ku bijîn her tiştîra amedene.
Mirovên pere hes û şoretperest , xwehes haj menewîyat û sîyanetê tunenin,dûrî nirx û hestên mirovahîyê ê pîrozin.Mixabin cîvaka meda mirovên weha pirin.Yên weha ji bo cîvakê hertim tehlûkene.Yên weha ku divine rêber,pêşengîyê cîvaka bobelatara rê vedikin.Ji bo berjewendî yê xwe şexsî û nav dengê xwe sexte digêhijin qadê dîktatorîyê divine celad û kujerê mirovahîyê.Yên weha xwefiroş, durî û sextene,,.pêşketina cîvaka dixitmînin.
Mirovên cavtêr,zane,têgêhiştî….xwedênas,xwenas bi sîyanetin.Ji wan tu wext zirar çênabe.Nava me kurdada mixabin yên weha zef kêmin û dûrî bala (dîqeta ) gelin ji hêla netewva nayên nirxandin û pejirandin.Gelê dûrî bê kesayyetên têgêhiştî ,xwedênas,xwenas belangaz û pajdamayîye.Lewra gel bi ewledên xwe ên pêşketîva pêşda dimeşe û dîrokêda dewsa xwe tewrebilind digire,digêhije hêlanên bilind.
Kesayetên pêşketî têgêhiştî parazvanên nirxên netewin,ronikdarê rêya serkeftinanin.Gelê kurd gelek cara ji kesayeta weha dûr rawestîyaye.Lema jî hertim dijwaryara rû bi rû maye.Gel bi ewladên xwe pêşketî kubare bi navê wan tê naskirin û nirxandinê. Gelê kurd gelek caran ewledên xwe navdar li bin navê xelqêda undakirine.;Serleşker,sîyasetmedar,ramyar,helbestvan,mêmar û y. d…
Kurda dîrokêda lema jî gelek cara şansên xwe serkeftinê berdane.Pêwîste dema meda em hevdu undanekin,hevdura xwedî derkevin û xizmeta geldavin.Ji her kurdekî ê bi şeref ev rastî, ev kar tê teleb kirin.
Ji bo xatirê pêşeroja zarokên xwe,ji bo jîyanek serbest,ji bo welatekî azad û rizgar,,ji bo miletekî kevnar dîrokî û bindest, ji bo xatirê wan mêrxasa yên ku ji bo heyîn û hebûna me xwe qurban dane,ji bo jîyaneke bi wate,birêz,.ji bo xatirê dîrokê pêwîste her kurdek ê bi wîcdan şîyar û jîrbe, bi zanetî, cav vekirî raman bike bive avangard bimeşe.,ji bo.pêşketin û serkevtinê,rawestandin mirine,nezanebûne.Rawestandin berbi xwefiroşan,xaînan,berbi mirovên sexte rê vedike.Ew jî gel û cîvakê şaş dikin.Heqê me tune dema hemdemîda em şaşîyanra rê û dirba vekin,xwefiroş û xaînara şansê bidin îxanetêra bese îdî. Îxaneta mezin ji hevdu qebûl nekirinê dest pêdike.Em hevdura xwedî derkevin,dîroka xwe,,jîyana xwe bi yekbûnê bi rêvebirya kesayetên têgêhîştî ê xwedênas,xwenas û bi alîkarîya mirovên pêşketî serarastkin . Hevdu qebûlkirin yekbûne..Em destbi dastana yekbûnê bikin.
DASTANA YEKBÛNÊ
Yekbûn ji bo miletan pêşerojek bi rûmete,jîyanek azad û rihete,yekbûn parastina azadîya milyon-milyon mirovîye, yekbûn jîyana û hebûna welatek û miletekîye.Miletê ku nikarn yekbûna xwe ava bikin hemû nirxên wan ê netewî ji wan tê copandin û berbi tunebûnê tên deftanê.,dibine nuxsê deman.
Yekbûn netîca xwe naskirina mirov û gelane .Yekbûn hewla kutakirina,dawîkirina jîna bi minet,bindeste,,rénîşa jîyanek bi şeref û rûmete.Yekbûn serketina mafê milyonane,prosêsa jîyanek normal û maqûle.Yekbûn dergê azadíya gelane,hevgirtin,hevdu ecibandin,hevdura xwedî derketin parastina mirovan û gelane.Yekbûn jîyana bi şerefe.
Bila berê bimirin xaîn û bedkarên kurd ên ku li bin navê welatparêzîyeke derew û çewtda zirarek mezin digihînin şoreş û tevgera kurd. Mixabin îro ev zelal tê xuya kirinê .,anarxîst û avanturîstin, ji nûjenbûnê dûrin .Welatparêz.û pêşengên herêman gelek xwefiroş û temîz сerdevanin ji bo pêşketinan hertim dibine asteng.Ji bo ku yekbûna me tune ev” mêrxasana” karê xwe ê qirêj eşkela berdewam dikin û bûne lehengên wedelî .
Gel îro pakî û xiravîyê ji hev derdixe lê mixabin bê cesarete, nikare eşkela hember xwefiroşan bimeşe.Vê aspêktêda,vê qadêda ez gelê mera yekbûn û cesaretê dixwaziim .Wede û deme hember îxaneta sextekar û xwefiroşan yekbûna xwe ava bikin,qedera xwera xwedî derkevin.Tev li dastana yekbûnêvin.
Em ji bo jîyanek bi rûmet rabûne bi sîyanet û bi şeref berxwedaneke hêja,maqûl li dijî zordarî û bê edaletîyê dişopînin.
Em tenê dijî koledarîyê.,mafxarîyê a navnetewî ranewestîyane, wisa jî raperîna me ya îro hemberî wan hêz û dewletane kîjan ku bi qurnanva ji bo înkar û îmha kirina gelê me ferman dane,dijî gelê kurd sîyaseteke qirêj û hovane hevbeş dane meşandin.Îro jî ev.hêzên qirêj ên kujerên mirovan li ser raman û xastekên xwe klasîke gemar rawestyane li ser oxira me a pîroz hewil didin astengîyan çêkin. Lê îdî bese em divêjin.
Em dijî bê edaletîya koledaran hişîyar bûne,.bi zane bûne,derew û çewtên vala bawer nakin.Em roj bi roj bi hêz dibin û nêzînkî serxwebûna pîroz dibin.Em bi bawerin pêşeroj ya meye.Dîrok dubare dibe.Emê dîsa dîroka mirovahîyêda roleke balkêş û hêja,maqûl bileyzin.Dîrok baş kurda nasdike.Ji qad û oxirmê giran kurd hertim serbilind derketine.Qedera gelan û olan kurda çareser kirîye.Dîrok vê yekêra şehede……..
Bêwar Barî Teyfûrî