Serpêhatiya Dilşayê

 
SERPÊHATIYA DILŞAYÊ
 
Gelo, gunehê Dilşayê çi bû?
Gelo, Dilşayê çend caran derb xwaribû?
Gelo, Dilşayê derb ji çend kesan xwaribû?
Dilşayê bala çend kesan kişandibû?
Kê ji bona Dilşayê xem xwaribû?
Gelo, berpirsyarê Dilaşa yê kî bû? 
 

 Zînê Amedî
 
Dilşa, li herêma Nisêbînê li gundekî  ji dayik bûye, heta çardeh salîya xwe weka hemû keçan jiyana xwe didûmand.
 
Bavê Dilşayê wê ji xwe ra dikir berdêlî. Mêrê ku Dilşayê didayê jî, weke wî kal bû. Dilşa û dayika xwe li hember wê hovîyêtîyê rawestiyan heta ku xwe kirin koçber.

Dilşa û diya xwe, çûn gundekî din û li wirê şivantiya kahr û berxan kirin.
Li Kurdistanê jin şivantî nakin, lê wan kir. Ji ber ku ew hevce bun.
 
Muxtarê gund, xaniyekî biçuk dabû Dilşa û diya wê. Êvaran ew di wî xaniyî de bihna xwe berdidan.
 
Qenc-xirab wan jîyana xwe didomand. Lê gava leşkerên Tirk wî gundî jî şewitandin, kahrik û berixikên gundiyan jî qeliyan. Dilşa û diya xwe bê cî  û bê war man. Dilşa û diya xwe careke din bûn koçber û berê xwe dan Batmanê.
 
Li Batmanê Dilşa û diya xwe di malên dewlemendan de dest bi karê paqijî yê kirin. Bermalîyên dewlemend derman û potê paqijiyê dane destên Dilşayê û gotin: Tu dê weha paqijîyê bikî
 
Li gundê Dilşayê kaşiyê (feyans) sipî tune bûn, erda muzayiq tunebû, lê Dilşayê zu fêrî paqijiya wan bû.
 
Xwediya male, ji Dilşayê razî bû, bela ku karê xwe bi asasî dikir. Çend kurûş pere ketibûn destê wê. Baş bû li dayika xwe jî dinêrî.
 
Rojekê Dilşa li xortekî rast hat û wî nas kir. Hêviya Dilşayê çêbû û jê re bû dildar. Ji xwe ra difikirî û digot: Ez ê bizewicim, wê mala min çêbe, zarokê min çêbibin. Û dikeve nava xewn û xeyalan.
 
Rojekê heskiriyê Dilşayê ji dibêje wê: Were em ê herin seyranê.
Dilşa gelekî bextewar dibe, çivîkên evînî bi bextewarî ji çavên wê difirin. Dibêje, ev tişt jî hebû li dunyayê ku min wexwandiye seyranê?
 
Dilşayê û dildarê xwe bi kêf li wesayita xwe siwar dibin û diçin. Li deverekê dixwazin ku wesayita xwe bi cî bikin, lê berî wan dijmin mayîn kirine binê erdê û bi wan ve diteqe.
 
Herdu lingên Dilşayê, li ciyê bûyerê jê dibin. Xem û xeyalên wê jî li wirê jê dibin.
 
Dilşa êdî bê ling e, bi du daran dimeşe, êdî bi kêrê tu tiştî nayê û heskiriyê wê jî dest jê berda.
 
Dilşa derbeke din jî ji felekê xwaribû, jiyana Dilşayê bi derbeyan didomîya. Çendî ku çend caran derb xwaribû jî, Dilşa bê war bû, bê welat bû, bê kes bû, bê ax bû, seqet mabû û Dilşa şadiya dilê xwe nedît û pê dilşad nebû
 
 
Zînê Amedî

 

Nerîna min :