Hevpeyvîn

Muslim: Kurd avakirina dewleta kurdî naxwaz in

Hevserokê Partiya Yekêtiya Kurd li Suriyê (PYD) di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku, Kurd êdî serxwebûn û dewletbûnê naxwaz in, kurd mînakek wek a Alamniyayê dixwaz in.

Salih Muslim hevserokê PYDê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya erebî Şeruqlewsat de Tirkiyeyê bi hevkarîkirina rêxistina terorîstiya DAÎŞ tometbar dike û dibêje di van rojên dawiyê de 120 çekdarên DAÎŞ bi rêya Tirkiyeyê çûne Kobanî.

Muslim daxwazê ji opozisyona Suriyeyê dike ji bin rikêfa Tirkiyeyê derbiçin û li şûna Stebolê bila li deverên azadkiriyên Kurdistanê kar û çalakiyên xwe bikin

Hevserokê PYDê dibêje ku, gelê kurd dest ji xewina avakirina dewleta kurdî berdaye û kurd serxwebûnê naxwaz in. Li gor Muslim kurd mînakek wek a sîstema Almaniyayê dixwaz in ku, sînor neyên destnîşan kirin.

Back to top button